Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest nîşan kir ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de qeyûmên dagirker ji partiyên îqtîdarê re şixulîne û hemû derfetên şaredariyan xistine xizmeta AKP’ê.

Meclîsa DBP’ê bi serokatiya Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr di navbera 7-8’ê Tirmehê de li Salona Konferansê ya Rêxistina Bajar a Amedê civiya. Piştî Meclîsa Partiyê encamname hat ragindandin. Di encamnameyê de DBP’ê îşaret bi dek û dolabên hilbijartinan kir.

Xist xizmeta îqtîdara AKP’ê

Di encamnameyê de îşaret vê yekê hat kirin ku hilbijartin di şertên neadil û newekhev de çêbûye û wiha dewam kir: “Medya bû dengê îqtîdarê. Qeyûm ji îqtîdarê re xebitî. Hemû rê û rêbazên medya civakî li pêş muxaletefê hat girtin û hilbijartin li Kurdistanê di bin Rêveberiya Rewşa Awarte de pêk hat. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de Qeyûman hemû derfetên şaredariyan xist xizmeta îqtîdara AKP’ê. Bi destê AKP’ê gelek lîstik û hile hatin kirin. Zext û zor pêş xistin. Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin serî li hemû rê û rêbazan dan. Lê tevi her tiştî HDP’ê bend derbas kir. Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş li dijî hiqûq, Qanûna Bingehin û pîvanên gerdûnî bi awayekî girtî ket pêşbirga hilbijartinê. Bi vî rengî di nava şert û mercên ne wekhev de hilbijartin pêk hat.”n AMED