Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê bi cilûbergên gelêrî tevlî civîna meclisa şaredariya bûn. Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê, civîna meclisa şaredariyê ya meha Tebaxê bi şîara “Em çanda xwe bidin jiyîn” li dar xist. Hevşaredar Belgîn Dîken û Mehmet Devîran û endamên meclisê bi cilûbergên xwe yên gelêrî tevlî civîna meclisê ya li avahiya şaredariyê bûn. Endamê Meclisê Têkoşîn Tekîn têkildarî mijarê got, “Ne tenê di rojên taybet de di jiyana rojane de jî lixwekirina cilûbergên gelêrî ji bo çandê girîng e. Di pêvajoyekê de ku pergal çand û motîfên me modernîze dike û pê bazarê dike, xwedîderneketina me ya li cilûbergên gelêrî kêmasiyek e. Di dema qeyûm de bi awayekî sîstmatîk li dijî çand, ziman û hunera me êriş pêk hatin. Ji bo temîrkirina texrîbatên qeyûm, em bi gelê xwe re xebatên xwe dimeşînin. Ji niha û pê ve, çalakiyên me wê ji bo jiyandina çandê hebin.” n MA/AMED
Qeyûm texrîb kir HDP ava dike