Şeva 9'ê Hezîranê qulibî 10'ê Hezîranê Mûsil mîna aşîta berfê ket û grubên çekdar ên DAÎŞ´ê û Baasîyên Kevin bajar dagir kir; arteşa Iraqê jî bêyî ku li ber xwe bide, ji Bajêr reviya.  Şiroveyên li ser êrişên DAÎŞ´ê ji pencereyeke Olî dişibin niqaşên qaşo çepên klasîk ên bi saet û rojan li ser hebûn û tinebûna  xwedê dikin û armanc jî nixumandina rastîyan e.

Ji bo fêmkirina bûyerê hin daneyên rojane û dîrokî hene kû têra xwe tabloya niha zelal dikin. Mûsila ku bi nifûsa xwe ya 2 milyonî dûyemîn bajarê mezin ê Iraqê ye, tevahiya 500 salên dawî meydana kêşmekêşa navbera hegemonîya Sefewî û Osmanî bûye. Paşê jî di navbera Tirkiye û Îranê de bûye meydana hevrakişînê. Piştî Şerê  Cîhanê yê Yekemîn ku bi Tifaqa Sykes-Picot Brîtanya û Franseyê Rojhilata Navîn parve kirin û bi darê zorê etnîsîte, ol û mezhebên kû nêzî hezar salan di nava nakokiyan de bûn, xistin nava sinorê dewleta Iraqê, lê ti caran Tirkiyeyê dev ji xewna xwe ya Mûsil û Kerkûkê berneda û bi rêya suniyên li Iraqê xwest siyasta xwe ya hegemonîk bidomîne.
Ev nêzî sed salan e ku Kurd li hemberê binpêkirina mafê xwe û siyaseta qirkirinê li ber xwe didin û netewe-dewletên rojhilata navîn li ser esasê qirkirina Kurd, Ermenî, Asurî û rengên din hatin avakirin. Kuştin, birçîbûn, koçberî û asimilasyon bû para wan.
Bi têkoşîna azadîya Gelê Kurd li hemû beşên Kurdistanê ev model, ne berê û ne jî niha rewa nebûye û nemaye û di dawiya sedsala 20´an de ket pêvajoyeke hilweşînê. Bi midaxaleya Emerîkayê ya li ser Iraqê hat xwastin ku guhartin dernekevin derveyî kontrola hêzên navneteweyî û li gorî xwe careke din herêmê dîzayn bikin.
Bi midaxeleya Iraqê re Rejima Baasê hate hilweşandin, Seddam Hûsên hat dardakirin, partiya Baas a ku xwediyê zêdetirî 500 hezar endamî bû hat qedexekirin û arteşa Iraqê hat hilweşandin; ku herdu sazî û hemû saziyên dewletê li gorî Erebên sunî hatibûn avakirin. Erebên şîî ku mîna Kurdan bi qirkirinê re rû bi rû man vê carê tola xwe hilanîn. Di 11 salên dawî de sunî li hemû saziyên delwetê hatin berterefkirin.
Di 11 salên dawî de bi sedhezaran kes di teqîn û êrîşan de jîyana xwe ji dest da, ti carî suniyan ev siyaset qebûl nekirin. Li ku derê valatî dîtibin xwestine tijî bikin û xwe tê de îfade bikin. Sunî ji her kêsê din baştir fêm dikin ku xîtaba olî a mezheba sunî ji bo gihandina armanca xwe şêwaza herî zêde ku dikare were bikaranîn e. Riya herî kurt ji bo wan, riya bikaranîna olê bû ku di nava gel de zemînê xwe dibîne.
Grubên radîkal ên di bin navê Îslamê de ji aliyê CIA û bi pêşengiya Zikino Birnçiskî  şêwirmendê Jimmy Carter, serokê Emerîkayê yê sala 1979'an hatin avakirin û ji derxistina hêzên Yekitiya Sovyetê ya berê ji Efxanistanê roleke wan ê sereke hebû û piştî salên 2000´î çalakiyên xwe gur kirin. Ji bo Baasî û Erebên sunî, Tirkiye û bêgûman finansorê wan Qeter, rêya herî kurt bû.
Tirkiye hîn jî bi dehan baregehên leşkerî û navendên sîxurî û zêdetirî 600 şirketên xwe li Başûrê Kurdistanê ava kirine. Her yek ji wan jî ne tenê bi rola bazirganî, lê bi rola sîxûriyê jî radibidn. Ev şirketên bazirganî û baregehan li Başûrê Kurdistanê bi pirranî di bin kontrola PDK´ê da ne. ev tiştek nîne kû were înkarkirin û her kes pê dizane.
Piştî kû alîkarê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî sala 2011´an û piştî wê çend wezîrên sunî yên Hikûmeta Iraqê di ser Hewlerê re reviya Tirkiye, nakokîyên naverê Iraq û Tirkiye gur bûn.
Demên Dawî jî serokê Perlemana Iraqê Usame Nucêfî û Birayê wî Esîl Nucêfî ku waliyê Mûsilê ye li ser hev nepenî diçûn Tirkiyeyê, ev îşaretên mudaxeyên nû bûn.
Ev hemleya bereya sunî di eslê xwe da ji bo fetisandina şoreşa rojava, di serî de bi êrişên li ser rojava dest pê kirin û xwestin ji wir xwe bikin hêza midaxele û destpêka hemleyê. Lê dema dîtin plana wan bi berxwedana gel re serûbino bû vê carê plana Mûsilê xistin dewrê, bi taybetî jî piştî hilbijartinên li Iraqê û carekî din serdestbûna Nurî Malikî, ku bi girêdana xwe ya bi bereya Şîî tê naskirin, bereya Sunî lez da pêkanîna vê planê.
Di 21´ê Adara 2013´an de Birêz Ocalan bal kişand ser xetereyên vê planê û di hevdîtinên dawî de heman fikarên xwe dûbare kirin.  
Yên ji nêzîk ve ji vê rewşê haydar bûn û serwext bûn li tiştên li rojhilata navîn diqewimin, ev rewş ji wan re ne surprîz bû. Lê hin hene kû  devê xwe bihostekê vekirine û dibêjin "ev çi bû? " Hêzên Kurd ku niha kontrola deverên sinorên Başûrê Kurdistanê dikin, ne mecbûr in xwe bikin yek ji wan bereyan. Ew divê herî zêde li ser yekgirtina hêzên xwe yên serbazî û ji bo avakirina stratejiyeke neteweyî û demokratîk hewl bidin. Wer xûya dike ku Iraq wê nema yekparçe bimîne û Kurd divê ji bo vê pêvajoyê amade bin.  Lê bi êrişên Baas´iyên kevin û grûbên çete yên DAÎŞ´ê xuya dike ku qîlên levîathan nehatine kişandin. Hêzên navnetewî ji bo berdewamiya vê nakokî û kêşmekêşê her carê diranê yekî ji wan tûj dikin, lê divê werê zanîn ku ev canewir wê bibe bela  serê wan jî û gel jî ji bo modêla xwe za rêvebiriyê  wê ti gavê paşve navêjin, wa ye Rojava Kurdistanê mînak e.