Rejîma Îranê di demêkî de ku hemû awirên Kurdan li ser berxwedana Kobanê ye, fitîla şerek pêxist li hember girtîyên siyasî yên Kurd. Bêyî ku tû sedem nîşan bide biyar da girtiyan li girtîgeha Urmiyê bi girtîyên ji dozên qetil û madeyên hoşber têkel bike.
Bêguman armanc jî eşkere ye: Rejîma Îranê ku bûye bar li ser gelên rojhilata Navîn û Cîhanê dixwazê di girtigehan de Îradeya gelê Kurd bişkîne û dixwaze bibêje “li Kobanê ne nêrîn û dengê xwe nekin û teslîm bibin” nexwe gavake ku niha rejîm li hemberî girtiyan diavêje tê çi watayê?. Girtiyan ji bilî beden û baweriya xwe ti çekekî din nîne di destê wan de ku li hember vê siyasta teslîm girtinê bikevin çeperên berxwedanê. Ji bo wê jî 29 girtî ku 11 ji wan bi cezayê dardakirinê hatine cezakirin biyara giravê dan, îro jî gireva wan di roja 27 mîn de ye, wan dixwazin peyamekî bidin Rejîmê û cihanê. Girtîyan dibêjin “ hûn nikarin bi biyarên diktatorane me birêve bibin kengê bixwazin me û çi bixwazin bi serê me û gelê me binin” ev hawara berxwedanê ye ji bo tevahî gelê Kurd û kombûn li dora drûşmeya wan “ heya qebûl kirina daxwazîyên me ku naskirina nasname siyasî û paşda gav avêtine ji biyarê guhastine wan ji bo girtigehên din ewê gireva xwe bidomênin. Ew dixwazin bi gireva xwe qîrîna wan bigehêje cihanê û bêjin “ Îranek ku hûn pê re li hev dikin li ser berjewendîyên xwe, bi siyaseta înkar û teslîm girtinê, dardakirin,Îşkence û kuştinê îdayên we ji bo mafê mirovê dixe nava çopa dîrokê.
Girtîyên di giravê birçîbûnê de di rewşeke pir kirtîk de ne û jîyanê wan ber mirinê ye, her an dibe kû em nûçeyên mirinê bibhîstin, Îran ne tenê bê denge ji bo rûyê xwe yê reş veşêre her roj zextê li girtiyan dike kû girevê rawestînin, çapemenîya cîhanê û yên Başurê Kurdistan bi taybet , hûkûmet û perleman jî di nav de,bêdengin. Alîgiryên girtîyan tên û diçin mîna xwe li dîwaran bixen, dûnya Kerr, kor û lall bûye.  Petrol , pere û berjewendî pir hêz kor kirne lê gel wê cihêkî de biteqê kengê û çewa dibe,li cihêke kû ti kesî texmîn neke, ev çîroka berxwedana gel e û ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistan bi taybet ne nû ye. Îran neçare daxwazîya gel û girtîyan gohdar bike, rêyeke din nîne, rêyeke din hebe helweşîna û rizîne.
Rejîmê Îranê ji her kes baştir dizanê çerxê felekê paşda nazivirê, dem dema azadîyê ye û dem dema bihara gelane, ti rejîm û ti hêzek niharin bi rûmet û heysîyeta gelî Kurd bilîzin. Rejîma Îranê mîna rejîmên din a Rojhilata Navîn mîna şêrên ji berfê ne, pir bihêz xwe nîşan didin lê rastî jî ne wisaye, ne xwe çima zextê li girtiyan dike ku girevê rawestînin. Eger ev girev rejîmê nexe tengasî çima bi rêbazên tehdîd û tika ji wan dixwazin girevê rawestînin. Dibe ku bedelên giran bin lê ev girev dikare bibe hevîna gaveke din a şoreşa nû li Rojhelatê Kurdistanê çawa Şîrîn Elem hûlî, Ferzad kemanger, Elî heydaryan û ferhad Wekîlî, heya Fesîh Yasemî û Hûsên Xizirî bi dehan cangoryên Kurdistanê serî netewandin û bi heybet li hember caladê xwe sekînin û perdeya tirsê şikandin û hezaran ciwanên Kurd berî xwe dan têkoşîn û berxwdanê. Niha jî berwedana Urmiyê gaveke nû ye, ev gav hêz û Îlhama xwe ji berxwedana Kobanê digire û wê Îranê neçarî gav avêtinê bike lê divê ev qîrîna wan werê bihîstin, werê belav kirin û bi serkeftinê werê tacdar kirin.