Ji ber krîza aborî ya salên dawî karmendên Hewlêrê bi gazin in. Li başûrê Kurdistanê rewşa xelkê di warê aborî de gelekî xirab bûye û ev yek herî zêde bandorê li karmendan dike. Karmendên Hewlêrê li ser mijarê peyivîn û ji ber rewşa heyî rexne li hikûmeta herêmê kirin.

Divê hikûmet li ser xwe be

Karmend Goran Seîd dibêje: “Pêwîst e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê temaşeyî rewşa xelkê herêmê bike. Ji ber krîza aborî ya ku ev çend sal in dewam dike, rewşa xelkê gelek zehmet kiriye. Divê hikûmet li ser xwe be û nabe yek mûçeyê bide û piştre bibe deyndarê welatiyan.”

Bi karmendan dikarîn

   

Karmend, Faris Omer jî li ser heman mijarê wiha peyivî: “Pêwîst bû piştî şerê DAIŞ’ê ji nû ve serjimara xelkê bihata kirin. Bi rêya karmendan dikarîn di banqeyan de hêsankariyekê ji bo deynên welatiyan bikin. Heger rewş wiha dewam bike, rewşa welatiyan wê gelekî xirabtir bibe û divê hikûmet guh bide rewşa xelkê.”

8 mehan mûçe nedan karmendan

   

Diyarî Enwer jî li ser meseleyê got, “Hikûmetê ev 8 meh in ku mûçe nedaye karmnendan û ev 34 meh in jî ku mûçe tê paşvexistin, di nava vê demê te her 23 mehan carekê mûçe dide karmendan. Li Herêma Kurdistan neheqiyeke mezin li hemberî karmendan tê kirin, ev karekî pirr şerm e. Heta niha tenê carekê mûçe bi temamî hatiye dayîn. Bi vê yekê welatî û karmendan mijûl dikin, ji bo deynê wan nedin.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR