Qirkirina ku li dijî çanda kurd û Kurdistanê tê kirin her ku diçe dijwar dibe. Çand û dîroka Kurdan jî bi tinekirinê re rû bi rû dimîne. Nesrîn Şanli derbarê qirkirina çandê got, divê bala gelê Kurd li ser çand, ziman û dîrokê be û wan biparêze, da ku Kurd jî wekî hemû neteweyan karibin hebûna xwe nîşan bidin.
Di vê atmosferê de ku li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi dijminatiya hebûna Kurd ji daristan û erdnîgariya Kurdistanê, heta bi ziman û çanda gelên wê her tiştî dişewitîne û dide ber agir, hebûn û xwebûna Kurdan jî bi berxwedanê mumkin e. Xebatkara zimanê Kurdî Nesrîn Şanli li ser qirkirina çand û dîroka Kurdan got, dema mirov lê dinihêre dagirker dema ku bixwaze gelekî ji holê rakin di serî de êrîşî zimanê wî gelî dikin û wiha dewam kir: “Dewleta dagirker a Tirk di serî de êrîşî ziman kir lê ji ber ku ji wî aliyî ve bi ser neket, berê xwe da meydanên cuda yên çand û dîroka Kurd û Kurdistanê.”
Bi berxwedanê birina zora dagirkeran
Nesrîn Şanliyê îşaret pê kir ku ev êrîş îro jî dewam dikin, xerakirina Sûrê, di bin avê de hiştina Heskîfê bi bîr xist û got, “Dagirker dema dibîne ku gelek bi kuştinê naqede vê carê berê xwe dide çand û dîroka wî, çanda wî û zimanê wî. Bi van rêbazên cuda hem di warê fizîkî û hem jî di warê çandî de qirkirinê pêk tînin û bi vî awayî hewl didin ku wî gelî ji holê rakin.“
Nesrîn Şanli bi bîr dixe ku derfetên xebatê û berxwedanê hene û wiha peyivî: “Li hemberî tinekirina Kurdan û zext û zordariya li dijî çand û dîroka wan, derfet hene. Ji ber vê jî divê em wan derfetan baş bi kar bînin. Lewra jî divê em li ser mijarên weke mafê xwezayê, mafê civakê lêkolînan bikin. Em vê bikin, dagirker jî wê neçar bibînin ku bi paş ve gavê bavêjin.”
JINNEWS/AMED