Di pêşengiya KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê de kampanyayên ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê ku tên birêvebirin, hîndekarên li Edeneyê, dan xuyakirin ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê wê têkoşîna xwe bidomînin. Rêveberê KURDÎ-DER'ê Edeneyê Giyasettîn Gumuş destnîşan kir ku tevayî gel bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibînin, lê belê ji aliyê dewletê ve perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo gelê Kurd ê xwedî rabirdûyeke qedîm tê astengkirin. Gumuş axaftina xwe wiha berdewam kir, "Em jî weke tevayî mirovan dixwazin ku zarok bi zimanê, bi çand û medeniyeta xwe perwerdeyê bibînin. Ev ji bo her mirovan a divê hebe."

'Em ê li ber dibistanan çalakiyan li dar bixin'

Gumuş got ku ji bo daxwazên xwe yên perwerdeya bi zimanê dayikê bînin ziman wê dakevin qadan, gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe bijî û bide jiyandin berdêl daye û wiha berdewam kir: "Her kes dixwaze zarokên wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û ji ber vê yekê me bi qasî hefteyekê çalakî li dar xistin. Heta em mafê perwerdeyê bi dest bixin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Di rojên pêşiya me de jî dema dibistan bên vekirin em ê her roj li ber dibistanekê çalakiyekê li dar bixin.

'Tirkiye welatekî pirziman û pirçandî ye'
Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Yalçin Alçîçek jî der barê mijarê de ev nirxandin kirin: "Tirkiye welatekî pir ziman û pirçandî ye. Pirzimanî û pirçandî ya pêwîst e ji bo civakan avantajek be, mixabin li welatê me berevajî vê ye. Dewleta netewe kevneşopiya avakirina nasnameyeke homojen berdewam dike. Polîtîkayên qirkirina ziman û çandê berdewam dikin. Pêdîvî ku tên paşçavkirin her bûyer û diyarde di moxila 'Tirktî'yê de tên derbaskirin û nirxandin. Gelên ku li Tirkiyeyê dijîn her çi qasî di ferqa vê bêedaletiyê jî de bin ji ber sedemên cuda bêdeng dimînin."
Alçîçek sedema wê jî wiha îfade dike: "Ji ber xakên ku em li ser dijîn mîna laboratuara zalimtî û zilmê ye. Di dîroka nêz de bûyerên wek Mereş, Çorum, Sêwas û Roboskî bûyerên 'terbiyekirina' gel û çandan e. Berevajîkirina van neyêniyan bi rêxistinbûyîna gel û çandan dibe. Li Tirkiyeyê dema perwerdeya bi zimanê dayikê tê gotin, yekemîn Kurdî tê aqilê mirovan. Ji ber li Tirkiyeyê piştî tirkî zimanê herî zêde tê axaftin Kurdî ye. Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî ne rewşeke nû ye. Hîn jî di vê mijarê de daxwaz nehatine qebûlkirin. Ev daxwaza ku bi temamî însanî ye hîn jî berdêlan dide."

HAMDULLAH KESEN/DÎHA/EDENE 




Ji bo ziman 30 hezar îmze

Li Wanê ji bo perwerdehiya kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hatin  berhev kirin. Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li Cizîrê, bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "sonda me" çalakî lidar xistin. Çalakiya ciwanan a li Kolana Botaşê rastî êrîşa polîsan hat.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got: "Di rojeva me de perwerdehiya kurdî nîne. Jixwe tiştekî wiha dê welat perçe bike". Li Aliyek ji bo perwerdehiya Kurdî çalakî tên lidarxistin û ji aliyê din jî kampanyayên îmzeyan didomin. Li Wanê ji bo perwerdehiya Kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hat berhevkirin. Kampanya di pêşengiya KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê, HDK, Komeleya Piştevaniya Weliyên Xwendekaran (OVDER) û NÇM'ê de li bajar standên îmzeyan hatin vekirin û stand rastî eleqeyeke mezin ya gel hatin.

Ji bo mafê perwerdeyê xebat  
Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan da zanîn ku, daxwaza gel ya ji bo perwerdehiya ziman pir mezin e û wiha got: "2 stand hatin vekirin û ev îmzeyên hatine berhevkirin nîşan dide ku gel girîngiyeke mezin nîşanî perwerdehiya zimanê zikmakî didin. Bi sedan salin dewlet daxwazên gelê Kurd asteng dike. Dixwazin gelê Kurd asîmîle bikin. Hikûmeta AKP'ê li zanîngehan bi vekirina beşa Kurdolojiyê ve dixwaze gelê Kurd bixapîne. Hemû kes dizane ku Kurdî zimanekî bijartinê nîne, zimanê zikmakî ye. Em jî bang li gelê xwe dikin ku zarokên xwe neşînin dersên bijarte. Ji bo perwerdehiya kurdî çi ji destê me tê em ê pêk bînin."
Aşkan di berdewama axaftinên xwede anî ziman ku, dê îmzeyên hatine berhevkirin bi girseyî radestî Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bikin û wiha axivî: "Bila dewlet baş bizanibe ku gelê Kurd her dem daxwaza zimanê zikmakî kiriye, dike û dê jiniha û şunde jî bike. Tayyîp Erdogan dibêje 'Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, dê Tirkiye perçe bibe'. Bila Erdogan vê baş bizanibe ku heta daxwaza perwerdehiya Kurdî pêk neyê, dê Tirkiye ber bi perçebûnê ve biçe."

Ji ciwanên Cizîrê çalakî
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) li Cizîrê, bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û rakirina "sonda me" çalakî lidar xistin. Çalakiya ciwanan a li Kolana Botaşê rastî êrîşa polîsan hat. Li navçeya Şirnex Cizîrê, ji bo bi zimanê dayikê perwerde kirin û "sonda me" ya li dibistanên seretayî tê xwendin were rakirin, aktîvîstên YDG-H li Taxa Nûrê çalakî lidar xistin.
Aktîvîstên YDG-H ên li Kolana Botaşê hatin cem hev, rastî êrîşa polîsan a bi maşînên zirxî yên Akrep û TOMA'yê hatin. Ciwanan jî bikevir û molofkokteylan bersiv dan êrîşa polîsan. Ji ber bombeyên gazê tax di nava dûxanê de ma. Di pevçûnan de, maşînên polîsan ên rastî bersiva bi molotofkokteylan hatin, neçar man taxê biterikînin.
Piştî ku pevçûna navbera polîs û ciwanan bi dawî bû, ciwanan li qadeke din şahiyek lidar xistin. Di şahiya bi beşdariya bi sedan kesî de, wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çepikan li avahiyekê hat daliqandin. Di şahiyê de li ber stranan govend hat gerandin û dûre li ser navê beşdaran ciwanekî rûpêçandî daxuyaniyek da. Aktîvîstê YDG-H da xuyakirin ku heta mafê perwerdeya zimanê dayikê bê qebûlkirin, dê ciwan her tim li kolanan bin.
Ciwanan heta derengiya şevê govend gerandin.

WAN / ŞIRNEX