Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta li ser koça Êzîdiyan a ber bi Ewropayê ve axivî û da zanîn ku gelê Êzîdî bi qirkirineke çandî re rû bi rû ye. Avesta bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got: “Ev çend roj in em dişopînîn ku dixwazin vî miletê me yê Êzîdî yê ji Şengalê koçber bûye û li kampên Bakurê Kurdistanê dîmîne bi otobusan di ser Bulxaristanê re bibin Ewropa. Ev li ber çavên hemû dinyayê tê kirin, ev qirkirina duyemîn a Şengalê ye. Li Şengalê qirkirineke sor hat meşandin, dixwazin yên mayî jî bi qirkirineke spî ango çandî tine bikin. Ev planên asîmîlasyoneke kûr e.”


Niha jî tevkujiya çandî...

Sozdar Avesta qirkirina Dersimê a ku 1938’an pêk hat bi bîr xist û wiha pê de çû: “Çawa ku sala 1938’an li Dêrsimê qirkirinek dan meşandin, dûre jî kesên ji qetlîamê xilas bûn, li gelek bajarên Tirkiyeyê belav kirin ku hin jî gelek kes nizane kî ye çi ye, îro heman tiştî li ser civaka Êzîdî dixwazin pêk bînin. Biryar girtine ku Êzîdiyan li ser axa Kurdistanê nehêlin, yên mane jî bînin halekî wisa ku behsa ola xwe, çanda xwe, Kurdîtiya xwe nekin. Planeke bi vî rengî niha tê meşandin. Ev plan bi serkeşiya dewletên Ewropa, hikûmeta AKP´ê û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye organîzekirin. Berî ku ev bûyer destpê bikin berdevkê Hikûmeta Heremî çû Enqere, hevdîtîn kirin, cardin Erdogan bi xwe çû ev kamp ziyaret kir, piştî vê jî vê çûnê destpê kir.  Ev lîstîkeke hevbeş e. Divê miletê me yê Êzîdî jî di ferqa vê lîstikê de be û pêşiya vê bilez bigire.”


‘Çapemenî koçberiyê teşwîq dike’

Her wiha Sozdar Avesta bal kişand ser helwesta çapemiya Başûr û destnîşan kir ku bi rêya çapemiyê koçberiyê teşwîq dikin. Avesta axaftina xwe bi vî rengî domand:” Êzîdiyên koçber derdixin ser ekranê û gotinên  ‘Em venagerin Şengalê’ derdixin pêş. Bi taybet serkeşiya vê jî RUDAW dike ku em dizanin bi wan re ti exlaqê çapemeniyê tine ye. Dema Êzîdiyan berê xwe da Ewropa û pişta xwe da axa xwe, Şengala pîroz, wê demê em divê bizanin ku Ezdatî di bin xetereke mezin de ye. Ew çapemeniyeke çawa ye ku dixwazin Şengalê ji Êzîdiyan vala bikin. Heke dibêjin Şengal jî parçeyekî Kurdistanê ye wê demê divê dev ji van lîstikên qirêj berdin.”


‘Dixwazin lîstîkên nû pêş bixin’

Avesta da zanîn ku armanca wan ev e ku civaka Êzîdî bihelînin û axaftina xwe wiha domand: “Lîstikeke wisa dimeşînin ku dibêjin Êzîdî ne Kurd in û ji Xiristiyaniyê hatine. Ew keçên Êzîdî yên ku DAIŞ´ê bi dest dirêjiyê dixwest bike Misilman, niha jî Elmanya bi rêbazên ziravtir dixwaze wan bike Xiristiyan. Bila bihêlin miletê me li ser ola xwe bimîne. Ev lîstikeke Elmanya ye ku bi dehan salan li ser Êzîdiyan dide meşandin. Ji xwe avabûna DAIŞ’ê jî parçek ji van lîstikan e. Bi şîdeteke bi vî rengî xwestin Êzîdiyan ji Şengalê derxin. 72 fermanan nikarîbû gelê Êzîdî ji Şengalê derxe, lê bi fermana 73’emîn dixwazin kesên ji fermanê filitîn bibin Ewropa û bi qirkirineke çandî re lîstikên xwe tamam bikin. Miletê bê pasaport, bê vîze kom kirine, xistine otobusan, dibêjin biçin ber derî çalakiyê bikin, wê demê ew ê mecbûr bimînin ji were derî vekin, hûn jî dikarin di ser Bulxarîstanê re belav bibin û biçin. Yên  vî aqlî dide milet jî hikûmeta AKP´ê, Hikumeta Heremî ye. Miletê me divê bi van lîstikan nexape.”


‘Vegerin ser xaka xwe’

Avesta axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez cardin bang li gelê me yê Êzîdî yê li hemû deverên cîhanê dikim da ku derkevin kolanan û pêşiyê li vê asîmîlasyonê, qirkirina spî bigire. Ez bang li gelê me yê Şengalê yê li kampên Duhok, Zaxo û Bakurê Kurdistanê dikim da ku vegerin ser axa xwe, Şengal aram e. Bi dehan gundên Şengalê azad kirî ne. Parastina van deran hezên YBŞ, YPJ- Şengal, gerîlla bi hev re dikin. Divê gelê me dev ji xaka xwe, miriyên xwe û dîroka xwe bernede. Ez cardin bang li Hikûmeta Herêmê dikim bila pêşî li gelê Şengalê negire. Yên dixwazin vegerin axa xwe pêşiyê li wan digrin yên dixwazin biçin Ewropa pêşiyê li wan vedikin. Hikûmet divê dev jî van polîtîkayan berde.”


NÛJIYAN HORLAN/BEHDÎNAN/ANF 




Planeke li dijî Êzîdiyan e


Endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Xerbo Xidir diyar kir ku planek li hemberî Êzîdiyên li kampên Tirkiyê dimînin heye û got: “Ma ji derveyî dînê me, çi tişteke me maye. Werin em bi hev re xwedî li dîn û azadiya xwe derkevin.”

Xerbo Xidir bang li Xelkê Êzîdî kir ku careke din vegerin Şengalê û wiha dewam kir: “Rast e, hûn bi mehan e ku koçber bûne, piştî fermanê hûn bûne penaber. We gelek êş kişandin, lê niha çiyayê Şengalê azad bûye. Em nêzî 10 hezar malbatî li çiyayê Şengalê dijîn. Em pergala xwe ava dikin, em dixwazin rêxistinbûna xwe bihêz bikin. Hêzên YBŞ û YPJ-Şengalê şev û roj li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, gel diparêzin. Werin tevlî van ciwanan bibin.”

 

‘Li Çiyayê Şengalê cihê herkesî heye’

Xerbo Xidir girîngiya parastina Şengalê bi bîr xist û got: “Ciwan wê ji welatê xwe dûr bikevin, ji bîr bikin, bihelin û hinekên din werin li ser axa me bicih bibin. Nîv milyon Êzîdî jî dikarin li çiyayê Şengalê bicih bibin. Çiyayên me firehe cihê herkesê heye. Hinek mezinên eşîretan dixwazin gel derxînin derveyî welat. Divê gelê me bizane van kesan bi salan ji bo pere xwe difroşin desthilatdarên xwe. Ev yek ti caran ne li gorî berjewendiyên gelan e. Dixwazin bêtifaqiyê bixin di nava gelê me de û bi vî awayî qusurên xwe veşêrin. Dîrokek wan ya tarî heye, tişta wan bi serê me anî heta dawiya dinê em ji bîr nakin.”

 

‘Li hember leyîstokan hişyar bin’

Herbo Xidir bang li xelkê Şengalê kir ku vegerin ser axa xwe û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Xwedî li hêza xwe ya YBŞ’ê derbikevin. Ji DAIŞ’ê netirsin. Êdî hêzeke me ya ku li hember wan şer bike, heye. Derveyî bawerî û çanda me, ma çi tiştekê me heye? Em tenê dikarin li ser axa xwe dînê xwe bidin jiyankirin û biparêzin. Divê gelê me li hember leyîstokan hişyar be û xwedî li namûsa xwe derbikevin.”


NÛJIYAN ERHAN / ŞENGAL/ROJNEWS