Kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê bi dagirkirina bajêr re her zêde dibin. Li gorî xelkê ku Efrînê bidizî ji ajansên nûçeyan re radigihîne, zor û wehşeta Tirk li Efrînê êdî gihîştiye asta qirrkirinê.
Li Efrinê piştî dagirkeriya dewleta Tirk roj tine xeberên kuştin, revandin, talan û destdirêjiyê neyên. Çeteyên Tirkan dest û lingên Hemdî Ebdoyê 70 salî jê kirin û bi recmê kuştin. Hisên Şêxoyê 52 salî jî ku aqilê wî ne temam e, bi êşkencê qetilkirin. Fehîma Kînan Seydo ya 13 salî jî, doh ji ber teqîna bombeya dewleta Tirk, jiyana xwe ji dest da. Ji 9 sîvîlên hatî revandin jî xeber nayê stendin.
Êrîş û zilma dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser xelkê Efrînê bênavber dewam dike. Kiryarên dewleta Tirk ku dixwaze demografiya Efrînê biguherîne, êdî gihaştine asta qirrkirinê.
Pêşî hevjîna wî piştre ev kuştin
Çeteyên bi navê Ketîbet El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk 7’ê Tîrmehê li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bi ser mala Hemd Ebdoyê 70 salî de girt û hevjîna wî Sultana Xelîl Nasiro kuşt. Li gorî saloxdayîna gundiyan, serçeteyê bi navê Ebû Elî Heyanî bi lêdana serî Sultana qetil kir.
Paşê jî Hemdî Ebdo revandin û birin cihekî nediyar. Ji wê rojê ve ji kalemêrê 70 salî Hemdî Ebdo xeber tinebû. Doh gundiyan termê wî di nava zeviyên başûrê gundê Beradê de dît.
Pere û çêlekên wan jî dizîn
Çavkaniyên ji gundê Beradê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re eşkere kir ku gava cenazeyê Hemdî Ebdo dîtine, ferq kirine ku destê wî û lingekî wî hatine jêkirin û bi recmê hatiye kuştin.
Heman çavkanî dest nîşan kir ku çeteyan dema Hemdî Ebdo revandine 7 milyon lîreyên Sûriyê û kîloyek zêr, her wiha 10 çêlekên wan dizîne.
Nahêlin xelk cenaze jî rake
Çavkaniyê ji gund da zanîn ku cenazeyê Hemdî Ebû hîn li cihê xwe ye û çete rê nadin ti kes cenaze rake û anî ziman ku çete îddîa dikin ku wan komîteyek ji Tirkiyê xwestiye ku cenaze lêkolîn bike.
Welatiyekî kêmendam jî kuştin
Çavkaniyekî din ê ji gundê Mosaka ya herêma Raco ya kantona Efrînê jî ji ANHA re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr êvarê welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) ku aqilê wî ne temam e, revand û li nêzî Geliya Tîra ew bi êşkence kuşt.
Çavkanî got ku şûna êşkenceyê li ser cenaze diyar bû û dest nîşan kir ku doh cenazeyê Hisên Şêxo ji aliyê gundiyan ve li gundê Mûska hatiye definkirin.
Canê Fehîma jî stendin
Çavkaniyekî ji navçeya Mabata ya Efrînê ji ajansa ANHA`yê ragihand ku bombeyeke ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li nav zeviyên welatiyên gundê Xwezyana yê girêdayî navçeya Mabata hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqîna bombeyê de zaroka bi navê Fehîma Kînan Seydo ya 13 salî, dema ku bi malbata xwe re diçû ser zeviyê, jiyana xwe ji dest da. Heman çavkanî da zanîn ku cenazeyê Fehîma li gundê wê dê were veşartin.
9 kes revandine
Herî dawî jî çeteyên dewleta Tirk li 9 welatiyên ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revandin. Çeteyan li berdela berdana welatiyan pereyan ji malbatên wan dixwaze.
Çavkaniyek ji gundê Beiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku koma çete ya bi navê Feyleq El-Şam roja Çarşemê bi ser malên gundiyan de girtin û 9 welatî bêyî ku sebebekê bêjin, revandine.
Navê welatiyan
Heman çavkanî da zanîn ku welatiyên bi navê Ezet Behrî (60), Cemal Behrî (53), Mihemed Izet (37), Ezîz Şêx Elî (44), Hedî Osman (26), Omer Ehmed Şêx Elî (45), Ehmed Mehmûd (47), Hisên Omer Elûş (52) û Mihemed Mistefa Misto (54) kesên revandî ne.
Çavkanî da zanîn ku piştî çeteyan welatî revandin, ji bo serbest berdana wan 200 hezar pere ji malbatên wan xwestine.
NAVENDA NÛÇEYAN