Komcivîna li ser qirrkirina Efrînê ya li Amûdê sê rojan bi rê ve çû doh bi gotarên cihê bi dawî bû. Beşdaran peyama hevbeş a lazimiya dadgehkirin û cezakirina sûcdarên li dijî mirovahiyê da.

Komcivîna Navneteweyî ya Qirrkirina Etnîk û Guhertina Demografiya Efrînê, doh li navçeya Qamişloyê Amûdê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.

Pirraniya axaftin û gotarên roja sêyemîn li ser hiqûqê bû. Komcivîn bi nîşandina sînevîzyoneke derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirk de dest pê kir. Piştre rapora Rêxistina Rojava ya Alîkariyê hate xwendin. Di raporê de hat gotin, çaxê dewleta Tirk Efrîn dagir kir, 350 hezar sivîl ji Efrînê û gundewarên wê koçber bûne. Rapor bi vî rengî bû: “Gelekan ji wan berê xwe da herêmên Şehbayê, Til Rifet û herêmên Cizîr û Firatê. Di heman demê de gelek şêniyan berê xwe da dewletên cîran û Ewrûpayê. Bi vê yekê ji sedî 80´yê niştecihên Efrînê ji Efrînê derketin û ji sedî 20 di Efrînê de man.

Her wiha cerga dewleta Tirk li Efrînê ye, bi qasî hatiye belgekirin, 50 ji wan jin û 13 zarok, 623 kes hatine revandin.”

Sûcê li dijî mirovahiyê

Her wiha raporê de bi hejmaran wiha behsa guhertina demografîk jî hat kirin: “Dewleta Tirk a dagirker milkên welatiyên Efrînê yên navenda Efrînê, navenda navçeyan, gund û mezreyan li ser navê çeteyên xwe qeyd kirin. Her wiha 41 hezar û 485 endamên malbatên komên girêdayî dewleta Tirk ji aliyê başûr ê Şamê, bejahiya El-Qelemon û Xûta Şeriqî û Xerbî li tevahiya herêma Efrînê hatin bicihkirin. Ev yek jî asta guhertina demografîk li Efrînê diyar dike.

Guhertina demografiya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve li gorî xala 7 a peymana Romayê ya bingehîn a dadgeha sûcên navneteweyî, xala 49 ji hevpeymana Cenevreyê, xala 1 ji hevpeymana navneteweyî, hevpeymana Laheyê û hevpeymana Montreal û hevpeymana Ewrûpayê, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Êdî dem e ku hemû rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî ji xewa xwe hişyar bibin û hemû berjwendiyên xwe yên siyasî û aborî deynin aliyekî û bi rola xwe ya hiqûqî, qanûnî û mirovî rabin.“

Cilên reş li jinan kirin

Piştî xwendina rapora Rêxistina Rojava ya Alîkariyê, doktora qanûnên sivîl, mamosteya zanîngeha Firatê û endama Rêxistina Nîda Cenevre, Zozan Îbrahîm gotarek pêşkeş kir. Zozan Îbrahîm got, herî zêde ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê, zirar li jinan bûye û wiha behsa qanûnên navneteweyî kir: “Para jinan ji şidetê ya herî zêde bû. Li dijî wan, şideta bedenî û derûnî weke rêbazek ji bo wêrankirina civakan û guhertina demografiya herêmê pêk anîn. Her wiha bi darê zorê cilên reş li jinan kirin da ku azadiya wan bi sînor bikin.

Peymana Cenevre 4

Em ê balê bikişînin ser kiryarên dewleta Tirk a dagirer li Efrînê li dijî jinan û kiryarên ku piştî dagirkirina Efrînê çêbûne. Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî Efrînê de mafên jinan binpê kirin.

Tirkiyeyê ku peymana Cenevre 4 îmze kiriye, mecbûr e ku qanûnên wê yên mirovî pêk bîne ango qanûnên der barê şer de. Qanûn nabêje kîjan aliyê şer rast e û kîjan şaş e, nabêje kîjan alî di warê madî de di şer de lawaz e. Lê ev tişt wî ji rêzdarkirina qanûna navdewletî ya mirovî ji bo sivikkirina azarên şer ên sivîlan an jî şervanên ku nikarin şer bikin, nabexşîne. Ew tenê bang li hedefgirtina nuqteyên eskerî dike. Hedefgirtina sivîlan, bikaranîna çekên qedexekirî qedexe dike. Her wiha bang li komkirina birîndaran û kuştiyan, bicihanîna danûstandinên mirovî bi hemûyan re, rêzdariya ji milkên sivîlan re, parastina zarokan û rêzdariya ji tîmên tenduristiyê re di nav de yên ku sembola Xaça Sor, Heyva Sor û Kirîstala Sor radikin, hêsankirina xebatên rêxistinên alîkariyê û xêrxwaziyê dike.”

Revandin û îşkencekirin

Li ser revandina keçan jî Zozan Îbrahîm got, “Di destpêka şerê li Efrînê de jin hatin revandin, revandina ji bo peran an jî bazirganiyê, di revandina wan de ceza hene, tirsa girêdayî şerefa malbatê wê heta dawiya jiyana xwe li pey wan be, pirr caran li ser destê malbatên xwe tên kuştin.

Heta niha 36 kes hatine revandin û dibe ku hejmar ji vê bêhtir be, gelek malbat hene ku nabêjin keçên wan hatine revandin.

Şidet û destdirêjî

Ji ber ku ev mijar hesas e, girtina agahiyan kêm bû, hemû fikr û adetên berê girêdayî şerefê ne, zêdetirê malbatan nabêjin ku keçên wan hatine revandin.

Li gorî jimareyên heyî, hejmara qurbaniyên destdirêjiya cinsî 46 e.”

Li gor pîvanên zagona navdewletî

Herî dawî jî Zozan Îbrahîm got, tişta ku li Efrînê dibe, li gorî pîvanên hiqûqa navdewletî bên dadgehekirin û van sûcan û kesên ku ev sûc kirine bi belgeyan radestî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî bikin.

Danûstandina bi rêjîmê re

Paşê pisporê şerên li Rojhilata Navîn Gérard Chaliand peyivî. Gérard Chaliand got, divê Erdogan li dadgehên ceza were cezakirin û wiha qise kir: “Hêzên li vir, serketinên eskerî yên girîng di şerê li dijî terora navneteweyî de bi dest xwe xistin. Lê çareseriya Sûriyê girêdayî çareseriyeke siyasî ye. Ji ber vê yekê divê danûstandina bi rêjîmê re pêk were. Danûstandin dê ne bi Beşar El-Esed re be ji ber ku wêneyê wî reş bûye û gelekî dirêj nake.”

Dê bikeve dîroka mirovahiyê

Paşê jî akademîsten û pisporê Rûsyayî yê Rojhilata Navîn, Stanislav Îvanov gotarek pêşkeş kir. Gotara wî ji aliyê Endama NRLS`ê Cîhan Xelîl ve hate xwendin. Gotara Îvanov wiha bû: “Di navbera Amûdê û Moskovê de bi hezaran kîlometere hene, lê gelek hemwelatiyên Rûsyayê bi fikr û ruhê xwe ve bi we re ne. Destpêkê ez dixwazim vê firsenda beşdariyê bi kar bînim û heyraniya xwe ji bo qehremaniya şervanên Kurd ên ku li dijî  çeteyên DAIŞ´ê û dagirkerên Tirk têkoşiyan, binîm ziman. Mêrxasî û cesareta keç û xortên Kurdistanê dê bikeve dîroka mirovahiyê. Gelekan ji wan jiyana xwe feda kir da ku şaristaniya me ji ‘hêl û reşkujiya sedsala 21’an’, ya bi navê xelîfeta îslamîst biparêzin.”

 

 ANHA/QAMIŞLO

 
 

Dagirkeriyê bi dawî bike

     

Di komcivînê de gotara Serokê Komîteyên Parastina Azadiyan Daniel Saud hate xwendin. Ji ber hin sedeman, serokê Komîteyên Parastina Azadiyan Daniel Saud nekaribû beşdarî komcivînê bibe, lê rapora xwe bi rê kir. Rapor ji aliyê nûnerê wî Mesûm Îbrahîm ve hate xwendin.

Di raporê de hate gotin ku Neteweyên Yekbûyî û pirraniya dewletên cihanê li hember êrişên dewleta Tirk li ser axa Sûriyê ji sala 2011`an ve heta dagirkirina Efrînê, bê deng in. Di raporê de hate destnîşankirin ku li bajarê Efrînê hêzên civakî şerê hêzên terorê kirin û li hemberî êrişên Tirkiyeyê û çekdarên wê li ber xwe dan.“

Êrişên Tirkiyeyê û çeteyên wê

Di raporê de hate gotin, hêzên dagirkeriya Tirk derbasî beşekê ji axa Sûriyê bûn û li hemberî raya giştî ya cihanê û rêxistinên mafên mirovan ên cihanê sekinî û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê li gorî hevpeymana Rûsya û Îranê hêzên xwe li parêzgeha Idlibê belav kirin. Armanc ji vê yekê şerê li dijî Yekîneyên Parastina Gel e.”

Kiryarên dagirkeran

Her wiha di raporê de hin kiryarên çekdarên artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê wiha hate rêzkirin:

- Qirrkirina şûnwarên dîrokî

- Sûcên qirrkirina komî

- Binpêkirinên mafên jinan

- Kuştin û bi laşan lîstin

- Dadgehên derveyî qanûnan

- Dîzî û desteserkirin

- Şewitandina pirtûkan, belge û şûnwarên dîrokî

- Rûxandina perestgehan

- Revandin û kuştina sivîlan

- Revandina zarokan û rehîne girtina wan

- Gulebaran û teqîn.

Divê Efrînî li warê xwe vegerin

Axir di raporê de hemû binpêkirin û sûcên Tirkiyeyê hatin rûreşkirin û weke encam jî hin daxwaz hatin kirin ku yên girîng li jêr in:

  • Divê artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê ji Efrînê û hemû herêmên Sûriyê yên ku wan dagir kirine, vekişin.
  •   Divê çarenûsa kesên revandî were diyarkirin û girtiyên li gel artêşa Tirk a dagirker û fesîleyên çekdar ku hevkariya wan dikin bê şert û merc werin serbestkirin.
  •  Divê hemû şêniyên Efrînê ku ji ber hovîtî û binpêkirina dewleta Tirk a dagirker li warê xwe vegerin, hemû zehmetiyan li pêşiya şêniyan rakin, ewlehiya hemû rêyan were peydekirin, misogeriya ku destdirêjî li mal û milkê sivîlan neyê kirin, hemû mayîn werin rakirin da ku şêniyên Efrînê karibin aborî û civaka xwe biçespînin û karûbarên xwe bi rê ve bibin.