Ji rojnameya me, Nîhal Bayram bi akademîsyenê Kurd ê Êzîdî Profesor Şefîq Tagay re peyivî. Ji bo fermana 3´yê Tebaxê jî Tagay dibêje, ferman dewam dike û heta bi sedhezaran kesên li wargehên penaberan hene û heta bi hezaran keç û jinên Êzîdî êsîr in jî divê ew her têbikoşin.

Tagay di mijara Psîkotrawmatolojiyê de pispor e û li Zanîngeha Duisburg-Essenê profesora kursiya bi heman navî ye. Ew piştî ku îşaret bi dîroka fermanên li dijî civaka Êzîdî kir yên ji 1299´an heta bi 1923´yan, bi bîr xist ku yek ji sedemên sereke ew bû ku Êzîdî weke êhlî kîtab ji aliyê Misilmanên pirranî ve nehatine qebûlkirin û Êzîdî ji sedsala 15´an ve weke “kafir” hatine binavkirin.

Ew dibêje, êdî qederê 200 hezar Êzîdiyî li derveyî welatê xwe li Diasporayê dimînin û meyl ew e ku ev hejmara xelkê ji Kurdistanê derdikeve, zêdetir dibe.

Li ser Fermana 3´yê Tebaxa 2014´an jî Profesor Tagay dibêje, her ferman tesîrê li gelek nifşan dike û bi bîr dixe ku berevajî fermanên ew bi wan re rûbirû mane, Êzîdiyan bi xwe hîç tade li dînên din, baweriyên din nekiriye. Ji bo vê jî gotina Êzîdiyan, “Gava tu alîkariyê bi mirovekî re bikî, li dîn û niyada wî nepirse!” weke mînak nîşan dide.

Em ê her kar bikin

Profesor Tagay ê ku Rêveberê Civaka Akademîsyenên Êzîdî (GEA) ye jî li ser hewldanên xwe ji bo ku qirrkirina li dijî Êzîdiyan bêhtir bê naskirin û weke qirrkirin bêhtir bê qebûlkirin, dibêje, ew ji destpêka fermanê ve dixebitin. Li ser mijarê ew wiha dewam dike: “Hema hema hemû komele, civat û yekîtiyên Êzîdiyan li seranserê dinyayê di asta herî jor a siyasî de doza weke qirrkirin naskirina fermana 3´yê Tebaxa 2014´an dikin. Em ê vê her bikin.”

Li gorî vê, wê ne hêsan be ku hemû dewlet vê bikin û îşaret bi tevlîheviya berjewendî û têkiliyên dewletan û rewşên taybet kir. Profesor Tagay ji bo vê jî mînaka Fermana Ermeniyan da û got, “Ji bo ku Elmanya Qirrkirina Ermeniyan qebûl bike, diviyabû sedsal derbas bibin.”

Divê em her tiştî bikin ji bo rizgarkirina wan

Li ser mirovên ku YPG û YPJ´ê ji destê DAIŞ´ê rizgar kirî jî Profesor Şefîk Taga dibêje, “Helbet em minetdarê wan (YPG/YPJ) in ji bo alîkariya wan a ji bo xwişk û biryaên me yên ji Şingalê. Mexdûr bi pirranî ketine ber trawmayeke gelekî giran û pêdiviya wan bi alîkariya her kesî û her derdorê heye, bi piştgiriya terapiyê, malbatê, civakê û siyasetê jî. Qirrkirina Şingalê hîna bi dawî nebûye. bi sedhezaran Êzîdî hîna jî di rewşeke kambax a felaketê de ne li wargeên penaberan ên li Herêma Başûrê Kurdistanê. Hîna jî bi hezaran keç û jinên Êzîdiyan êsîrên DAIŞ´ê ne. Nabe ku em destê xwe ber xwe de berdin; divê em her tiştî bikin da ku ew bên rizgarkirin û her alîkariyê bidin wan.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN