Dewleta Tirk bi binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî kir ku gundê Suryaniyan ê li Rojava ê bi navê Mela Ebbad hema hema bi temamî vala bibe. Ji ber gulebaran û tacizên artêşa Tirk, lli gundê 66 malbatî 5 mal man.
RÊNAS REMO / KADAR IBRAHÎM / ANHA / QAMIŞLO
Li gundê Mela Ebbas yê li bakurê navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, gundiyan ji neçarî gund bi cih hişt. Sedem jî ew bû ku dewleta Tirk bi rêkûpêk hiqûqa navneteweyî û mafî mirovan binpê dike û êrişan dibe ser gund, milkê li gund û xelkê gund. Di encamê de gund hema hema bi temamî vala vala bûye. Ango piştî “Seyfoya” salên 1914-15´an, dewleta Tirk hîna êrişkariya xwe li dijî hindikahiyan hem li Tirkiyeyê û hem jî li deverên din ên cîranê wê dewam dike.
Gundê Mela Ebbas ê li bakurê navçeya Tirbespiyê, kîlometreyekê ji xeta sînorê di nav bera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dûr e. 66 malbatên Suryanî berê lê diman. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, binpêkirin artêşa Tirk li seranserê xetê û li dijî vî gundî, kir ku hema hema şêniyên gund hemû gund bi cih bihêlin.
Bi dîwaran parastina ji artêşa Tirk
Artêşa Tirk di nava heft salên bihurî de gundên li ser sînor rojane hedef digirtin û destûr nedida ku cotkar zeviyên xwe biajon û biçînin. Ji ber wê, şêniyên hin gundan ji bo parastina xwe ji van binpêkirinan, dîwarên beton li ber deriyên malên xwe ava kirin û hinekên din, gundên xwe terk kirin. jixwe, bêdengiya herêmî û navdewletî ya beramberî van sûcên li dijî mirovahiyê yn dewleta Tirk jî, bêhtir kir ku xelk gundên xwe bi cih bihêlin.
Li gundê Mela Ebbas ji ber kirinên artêşa Tirk ji 66 malbatan, tenê 5 malbat mane. 61 malbat ji gund derketine û hinek ji wan li navçeya Tirbespiyê, bajarê Qamişlo bi cih bûne û hinek jî çûne welatên rojava.
Terora kêfî ya dewleta Tirk
Kalê bi navê Îsa Qleqiyos ji şêniyên gundê Mela Ebbas Suryaniyekî 86 salî ye. Îsa Qleqiyos diyar kir ku gund beriya çend salan şên bû, lê niha tenê 5 malbat lê mane.
Li ser rewşa gund beriya ku sînorên çêkirî werin dayîn, Îsa Qlaqiyos got, “Me bi çandiniyê û sewalkariyê debara xwe dikir. Şêniyan sewalên xwe ji bo çêrandinê dibirin herêma Sirûcê. Lê piştî ku sînor hatin danîn, xwedîkirina sewalan kêm bû.” Îsa Qleqiyos ji bo binpêkirinên maf û hiqûqê yên dewleta Tirk got, ev kirin kêfî ne û dewleta Tirk hêdî hêdî destûr neda ku şênî nêzî sînor bibin. Di van salên dawî de, destûr neda cotkaran ku zeviyên li ser sînor biçînin.
Îsa got, dagirkeriya Tirk di 5 salên dawîn de bêhn li şêniyan çikand, heger kesekî hewl bida ku zeviyê xwe bajo yan jî biçîne, ew ji guleyan re kir hedef. Hasilî, di encamê de pirraniya şêniyên gund ji gund derketin û li deverên dûr bi cih bûn wekî navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê.
Tirkiye gelan hedef digire
Her wiha Îsa Qleqiyos diyar kir ku Tirkiye gelên resen ên herêmê, her kesê doza azadiyê dike û nexasim hindikahiyan dike hedef. Elaqedarî mijarê, Îsa li ser komploya navdewletî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî got: “Fikr û felsefeya Ocalan li gorî hêviyên gelên herêmê bû. Gel ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşiya. Ji ber wê jî, komploya li dijî Ocalan, komploya li dijî hemû gelên bindest e ku azadiya xwe dixwazin.”