Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hevkariya eşîrên Ereb û destekdayîna ji Rûsya û Koalîsyona Navnetewî, herêma rojhilatê Dêra Zorê bi temamî ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. YPG’ê diyar kir ku ew amade ne bi van hevalbendên xwe re odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.

Daxuyanî li Taxa El-Salihiyê ango yekemîn taxên rojhilatê bajarê Dêra Zorê ku hatiye rizgarkirin, ji aliyê Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd ve hate xwendin.

Li vir Cîgirê Fermandarê Barageha Rûsya ya Himêmîm, Generalê Rûs Alex Kim, Berdevkê Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Xesan El-Yûsif jî amade bûn.


Bi temamî ji terorê hat rizgarkirin

Di daxuyaniyê de YPG dibêje, “Bi berxwedana lehengî ya YPG´ê ya bi hevkariya eşîrên Ereb ên herêmê ya li dijî terorê, herêma Dêra Zorê ya li rojhilatê Çemê Firatê bi temamî ji terorê hate rizgarkirin. Ev yek bi piştgiriya hêzên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê ve pêk hat.”

YPG´ê ji ber serketinê tevahiya gelên Sûriyeyê pîroz kirin û malavahiya hêzên navneteweyî yên mîna Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir; pê re jî da zanîn ku alîkariya van hêzan asîmanî, lojîstîk û şêwirmendî bûye.


Peywirên avakirina jiyaneke aştiyane

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd di dewamê de got, ew hêvî dikin ku ev piştgirî xurttir bibe û parastina hewayî bête zêdekirin û wiha dewam kir: “Bi dawîkirina şerê li dijî terorê re, peywirên setratejîk ên avakirina jiyaneke aştiyane û avakirina binesaziya welêt, tên pêşiya me.”

YPG´ê da zanîn ku di demeke nêzîk de wê rêveberî û meclîsên bajêr ku ji serokên eşîran, rûspî, kesayetên maqûl pêk bîn, wê bên avakirin û rêveçûna wan a demokratîk jî wiha derxist pêş: “Ev rêveberî û meclîs li gorî rêgezên demokrasiyê, biratiya gelan û Rêveberiya Xweser ji Ereb û Kurdên herêmê wê pêk werin.”


Dêra Zorê wê aliyek ji Sûriya demokratîk be

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd got, “Herêmên me wê bi sîstema xwe ya demokratîk aliyekî ji Sûriyeya demokratîk bin. Li vir wê azadiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê were misogerkirin. Di serî de Emerîka û Rûsya em bang dikin li hemû hêzên navneteweyî yên ku destê wan di Sûriyê de heye, ku ji bo paşeroja Sûriyê çareseriyên aştiyane û demokratîk hembêz bikin û parastina van herêmên rizgarkirî misoger bikin.”


Odeya hevbeş a çalakiyan

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd, daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG´ê bi peyameke girîng ji bo aliyên li Sûrî bi dawî kir û got, “Em radigihînin ku em amade ne bi dost û hevalbendên xwe yên di şerê li dijî DAIŞ’ê de, odeya çalakiyên hevbeş û serfermandariyekê ava bikin.”


ANHA / DÊRA ZORÊ




72 çete hatin kuştin


Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li gundê Siwedanê di encama şêrê giran de herî kêm 72 çete hatin kuştin.

Di çarçoeveya pêngava Bagera Cizîrê de herî dawî li gundê Siwedan ku 25 kîlometreyan li bakurrojhilate Dêra Zorê ye, sê rojan di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şêrê giran rûda. Di encama şerê Siwedanê de li gorî encamên destpêkê 72 çete hatin kuştin, wesaîteke doçka li ser hate rûxandin, mîqdarek cebilxane û  5 çete jî bi saxî dîl ketin destê şervanên QSD’ê.

Di şerê li Siwedanê de 7 şervanên QSD’ê jî şehît bûn. Hîna fermî encamê vî şerî nehatine parvekirin.




Ji bo Bagera Cizîrê odeya çalakiyê ya hevbeş 



Alîkarê Fermandarê Giştî yê Barageha Rûsya ya Himêmîm General Alex Kim di civîna çapemeniyê ya piştî rizgarkirina rojhilatê Dêrazêrê de axivî û got “Di bin fermandariyeke operasyonên hevbeş de hêzên ji pêkhateyên herêmê û YPG ji bo bidawîkirina DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê operasyon kirin.”

Alex Kim da zanîn ku balafirên Rûsyayê 672 caran li baragehên, DAIŞ’ê dane û derb li 1450 hedefan xistiye.

Alex Kim bal kişand ser fermandariya hevbeş a operasyonê ya li gundê Salihiyê û got, “Em jiyanê li vir vegerînin. Ji bo vê yekê jî beşê navenda lihevkirinê hat vekirin. Ji bo rêvebirina herêmê divê şêx û êlên herêmê komîteyekê ava bikin.”