
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dest bi belavkirina sindoq û pêdiviyên hilbijartinan yên navendên hilbijartinan ên gund, navçe û bajarên herêma Cizîrê kir. Li aliyê din welatî bi coş û heyecan li bendê ne ku sibe dengê xwe bi kar bînin û rêveberiyên xwe yên herêmî diyar bikin.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan li herêma Cizîrê doh beriya nîvrojê dest bi belavkirina sindoq û pêdiviyên hilbijartinan yên hemû navend û nûqteyên dengdayînê lê werin kirin, kir. Ji bo xebatên şopandina hilbijartinan jî ji her navendeke hilbijartinan re 5 mamoste hatin erkdarkirin, li ser wan jî wê rêveberekî navenda hilbijartinan hebe, ew jî wê kar û xebatên hilbijartinan bişopîne.
Ji her sindoqê re 5 mamotes
Derbarê mijarê de Hevseroka Komseriya Bilind a Hesekê Şînda Ebdulqadir Hisên diyar kir ku îro ji berê sibê ve welatî wê berê xwe bidin navendên hilbijartinan û dengê xwe bi kar bînin û got, “Amadekariyên me bi dawî bûne, wekî hûn dibînin, em niha pêwistiyên sindoqan li navendan belav dikin. Sindoq wê ji her navendeke hilbijartinan re biçin. Serokê nûqteyê ji aliyê me ve hatiye erkdarkirin. Ew dê hilbijartinan bişopîne. Di her navendekê de wê 5 mamoste xebatên hilbijartinan bimeşînin.”

Ne Cenevre lê hilbijartin
Li aliyê din jî welatiyên bajarê Hesekê li bendê ne dengê xwe bidin û nûnerên xwe ji rêveberiyan re diyar bikin. Welatiyê bi navê Sadiq Zavê da zanîn ku ew ê, dema li Cenevreyê civînên qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin, li Bakurê Sûriyê biçin ser sindoqan û got, “Îro qaşo ji bo aloziya Sûriyê li Cenevreyê civîn hene, li cem me jî sibe (îro) hilbijartin hene. Bila baş bizanin ku civînên wan ji ber ku bê îradeya gel tên lidarxisitn wê tu çareseriyê bi xwe re neyînin, em ji wan re dibêjin ku çareserî li vir di van hilbijartinan de ye.”
Welatiya bi navê Sîham Umer jî da zanîn ku welatî dê sibe biçin ser sindoqan û rêveberiyên xwe bi awayekî demokratîk hilbijêrin.
Welatiyê bi navê Mihyedîn Şêx Xelîl jî destnîşan kir ku ew bi heyecan li bendê ye ku berê xwe bidin ser sindoqên hilbijartinan û dengê xwe bi kar bîne. Mihyedîn bang li hemû welatiyan kir da ku dengê xwe bidin.
Welatiyê bi navê Ferhan Hecî jî destnîşan ku ew ji nûnerên ku dê dengê xwe bidin wan dixwazin ku pirsgirêkên gel ên di aliyê xizmetguzariyê de çareser bikin.
Tedîbîrên Ewlekariyê
Hêzên Asayîşa li Hesekê di seferberiyê de ne, ji bo ewlekariya xebatên hilbijartinan di nava liv û tevgerê de ne û bê navber kar û xebatên xwe dikin. Ji pêr ve motorbisiklêt hatine qedexekirin li hemû nuqteyan tedbîrên ewlekariyê hatine girtin, hêzên HPC jî wê ji îro di saetên êvarê ve li hemû taxan bendên kontrolê zêde bikin û ewlekariya herêmê misoger bikin.
QAMIŞLO
Şande wê ji bo çavdêriyê bên belavkirin
Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê Rûken Mele Ibrahîm da zanîn ku dê şandeyên şopandina hilbijartinan li herêmên Cizîrê û Firatê bêne belavkirin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê, li navenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi şandeyên Bakur û Başûrê Kurdistanê yên şopandina hilbijartinên Federaliyê re civiya. Derbarê vê yekê de Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê Rûken Mele Ibrahîm axivî û got, her du şande wê li herêmên Cizîrê û Firatê bêne belavkirin, da xebatên hilbijartinan bişopînin.