
Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dane zanîn ku civînê de biryar hat girtin ku di demên pêş de qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê destpê bike. Her wiha rewşa rêxistinî ya hêzên şoreşger, hat nirxandin.
Berdevkê Fermî yê Siwar El-Reqqa Ebû Qasim El-Şimerî diyar kir ku civîna wan serkeftî derbas bû û wiha axivî: ″Hêzên QSD′ê gelek Meclîsên Leşkerî ava kirin, her wiha amadekariya avakirina Meclîsa Leşkerî ya Reqqayê jî tê kirin. Me dema destpêkirina qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê nîqaş kir.″
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê mîralay Elî Heco da zanîn ku piştî serkeftinên mezin ên ku hêzên QSD′ê bi dest xistin -taybet di hemleya Xezeba Firatê de-û beşdariya gelek hêzên şoreşger di nava QSD′ê de, pêdivî bi civîneke berfireh hate dîtin û wiha pê de çû: ″Em ê qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê bi Kongreyeke Çapemeniyê ragihînin. Di dema dawî de, gelek hêz beşdarî nava refên hêzên QSD′ê bûn û me gelek dever ji terorê rizgar kirin. Ji bo ku em hêzên xwe birêxistin bikin û ciwanên ku tevlî nava refên me dibin pêşwazî bikin, em ê buroyên xwe li herêmên rizgarkirî vekin.″
Beşdarî QSD’ê bibin

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê mîralay Elî Heco di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzan şoreşger kir ku beşdarî nava hêzên QSD′ê bibin, da serkeftinên mezin di şoreşa Sûriyê de, werin bidestxistin.
Fermandarên hêzên QSD′ê duh civîneke berfireh ji nûnerên hêzên şoreşger û Meclîsên Leşekerî yên ku di bin banê QSD′ê de tev digerin re, li navenda Fermandariya Giştî ya hêzên QSD′ê li bajarê Hesekê lidar xist. Di civînê de biryar hat girtin ku qonaxa duyem a hemleya Xezeba Firatê di rojên pêş de were destpêkirin û buyoyên hêzên şoreşger li herêmên rizgarkirî werin vekirin.
ANHA / HESEKÊ