Derhênerê fîlma ‘Ji bo azadiyê’ Ersîn Çelîk, filma ku li ser berxwedaniya Surê hatiye çêkirin di sînemeya Kurdî de weke qonaxeke nû bi nav kir û got, “Li gorî me rêya herî baş a nîşandana rastiyan ji hêla sînemaya Kurdî ve, ew e ku kesên ku ew rastî bi xwe dîtine, di nav wan xebatan de cihê xwe bigirin.”
Ji Ajansa Nûçeyan Ekrem Berekat bi derhêner Ersîn Çelîk re li Qamişloyê peyivî. Ersîn Çelîk bi bîr xist ku dema ku wan dîmenên filmê li Kobanê digirtin, şerê li dijî DAIŞ´ê li Reqayê dewam dikir û piştre jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir.
Çelîk film weke qonaxeke nû di sînemaya kurdî de bi nav kir û got, dema ku wan dest bi kişandina filmê kiriye, ji bo wan şert û mercên fizîkî pirr ne girîng bûn, li şûna wê fikara wan a herî mezin ew bûye, bê ka dê karibin rastiya berxwedana Sûrê nîşan bidin yan na.
Ersîn dibêje, wan karî bi alîkarî û fedakariya xelkê Kobanê filmê çêkirin û wiha dewam kir: “Sînor bi pirranî girtî bû. Mesela me carinan alavên teknîkî bi rêya rojnamevanan derbas kirin. Helbet hinek tişt jî li vir hebûn lê zehmetiya esas ne ev bû. Tişta herî zehmet, aliyê psîkolojik ê xebatê bû.
Heke mirov bixwaze rastiyeke wiha bike film, pirr zehmet e. Pirsa gelo em ê karibin heqê berxwedana li Sûrê bidin, pirr girîng bû.”
Li ser karê sînemaya Kurdî jî Ersîn Çelîk dibêje, “Kurd li gelek cihan xebatên sînemayê dikin. Lê halê hazir, ev xebat hinekî ji hev belav in. Ev xebat li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dewam dikin.
Filmên mezin bi produksiyonên mezin re tên çêkirin. Lê me digot, em nikarin wisa bikin. Piştî vê filmê, êdî em ê bibînin ka em dikarin bi produksiyonên mezin jî van xebatan bikin yan na.
Ya din jî; ji bo filmên bi kurdî bixwebawerî pirr girîng e. Mesela lîstikvanên vê filmê, jixwe ew hîs û dilîniya filmê berê jî di nav jiyana rasteqîn de dîtibû. Mesela Rûbar Şervan piştî filmê di berxwedana li Heftenînê de şehîd bû. Ew lîstikvan nebû. Lê li gorî me, rêya herî baş a nîşandana rastiya jiyanî ya sînemaya Kurdî, ew e ku kesên di jiyana xwe de ew rastî dîtiye, di van xebatan de cihê xwe bigirin.”
Ersîn Çelîk ji elaqeya li Rimêlan û Qamişloyê ya ji filma wî re razî bû û hêvî kir li festîvalên li derveyî Kurdistanê jî ev elaqe dewam bike.
ANHA/QAMIŞLO