Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê, xebatên lêgerînê yên li bajarokê Holê ku di roja 14. a operasyonê (13'ê Mijdarê) de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat azadkirin, pêr (14'ê Mijdarê) saet di 13:00´an de bi dawî bû. Di encama vê xebatê de 6 wesayîtên bombebarkirî, 4 pick-up, kamyonek, Hammerek û panzerek ketin destê hêzên QSD’ê. Her wiha hejmareke zêde cebilxane û mayînên ji aliyê çeteyan ve hatibûn çandin, hatin dîtin.
Li aliyê din, di çarçoveya operasyonên hêzên QSD’ê yên li dora bajarokê Holê de, 10 cihên din ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatin azadkirin. Di van operasyonan de 7 çete hatin kuştin.
Gundê Şelala rizgar bû
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, di encama operasyona şêrvanên QSD a li başûrê Hesekê de gundê Şelala yê 35 kîlometre li başûrrojhilatê Hesekê, pêr ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Gundê Şelala bi qasî 6 kîlometreyan nêzî bajarokê Holê ye.
Gelek cebilxane hat destserkirin
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) pêr bi şev mezreya Danûn a 700 metreyan li bakurê bajaroka Holê ji komên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li gorî nûçeyên nûçegihanên ANHA’yê di encama opersyona lêgerînê de hêzên QSD’ê doçkayek 23 mm, hawanek 120 mm, tirmpêlek, sehrîceke mazotê, motorskilêtek, 30 topên hawanê û 2 fûzeyên katyûşa destserkirin Her wiha 5 mayînên ku çeteyan bi cih kiribûn hatin bêbandorkirin. Mayînên hatin bêbandorkirin, ji bo teqandinê hatibûn amadekirin.
45 ciwan beşdarî YPG’ê bûn
45 ciwanên ji pêkhatiya Kurd û Ereb, piştî perwerdeya 2 mehan a Akademiya Şehîd Xebat a li gundê Zehir El-Ereb a girêdayî bajarê Dirbêsiyê bi meraskîmekê beşdarî nava refên YPG’ê bûn.
ANHA/DIRBÊSIYÊ