QSD: “Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 êrişên hewayî û 5 êrişên bi fuzeyan li dijî baregehên çeteyan pêk anîn. Di 24 saetên dawîn de, 14 çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd bûn.” Navenda Ragihandinê ya QSD’ê doh ragihand ku di şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 14 çete hatine kuştin. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Baxoza Jorîn şer didome û 14 çete hatine kuştin. QSD’ê derheqa vê de ev agahî parve kir: Eniya Baxoza Jorîn “Ji şevê din ve şerê li herêmê didome. Çeteyan hewl da ber bi wan nuqteyan ve ku hêzên me ew rizgar kiribûn, bi pêş ve werin, lê hewldanên wan têk çûn. Çeteyan di êrişa xwe de motorsîklêt, hewan û topavêj bi kar anîn. Di vê êrişê de, gelek çete hatin kuştin û 2 şervanên me birîndar bûn. Li wir şer hîna jî dewam dike. Her wiha hêzên me bi pêş ve çûn û 4 nuqte ji hundirê gundê Baxozê rizgar kirin. Di heman demê de, hêzên me di kolana sereke ya gund de bi pêş ve çûn û tîma endezyarî ya eskerî mayina ku li kolana sereke hatibû çandin, bê bandor kir. Şer li hundirê gundê Baxozê dewam dike. Eniya El-Sewsa Hêzên me li Eniya El-Sewsa bi pêş ve diçin û şerê giran di navbera hêzên me û çeteyan de diqewime. Fermandariya li vê eniyê teqez kir ku 4 çete hatin kuştin. Her wiha çete bi awayekî dijwar topan diavêjin, mayin gelek hatine çandin û çekên sekvaniyê bi kar tînin. 2 şervanên QSD´ê şehîd bûn Şevê din, di encama şerekî giran de, li vê eniyê 2 şervanên me şehîd bûn, her wiha 2 şervanên din jî birîndar bûn. Ji şeva din ve şerê li herêmê didome. Hêzên me di vê eniyê de bi pêş ve çûn û nuqteyek ji çeteyan rizgar kir. Çete mayîn û rextên bombebarkirî bi kar tînin. Her wiha çeteyekî xwekuj xwe teqand. Di encama şerê li vê eniyê de, 8 çete hatin kuştin û hin şervanên me birîndar bûn. Koalîsyon bi teyareyan lê dide Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 êrişên hewayî û 5 êrişên bi fuzeyan li dijî baregehên çeteyan pêk anîn. Di 24 saetên dawîn de, fermandariya eniya şer teqez kir ku 14 çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd bûn û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.” n DÊRAZOR