Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên êrişên dewleta Tirik a dagirker û bersiva şervanên wan a li dijî dagirkeran, eşkere kir.

QSD´ê got, êriş dewam dikin û piştî vekişîna hêzên wan jî êriş dijwartir bûne. QSD´ê wiha dewam kir:

“Li gundên Derdara, Morîkis û Bab El Xêr, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, tang û balafiran êriş kir. Di bersivê de 3 tang, 3 panzêr, 6 tirimbêlên leşkerî hatin rûxandin û 40 çete û leşker hatin kuştin. Di şerê li van gundan de 11 şervanên me bi lehengî şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên Bîr Nûh, Til Diyab û Esediyê bi çekên giran, tang û balafiran êriş kir. Di encama bersivdayînê de 2 tirembêlên doçka barkirî hatin rûxandin û 16 çetê û leşker hatin kuştin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundên Qizalî û nêzî rêya duwelî êriş kir. Di şer de ku ji ber êrişê qewimî, hejmareke zêde dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha 2 hevalên me û 3 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn.”

QSD´ê eşkere kir ku 3 tang, 5 panzer, 2 maşînên doçka barkirî û 6 wesaîtên eskerî hatine rûxandin û 56 leşker û çete hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê leşkerekî rêjîmê miriye û 13 leşker jî birîndar bûne.

Di şer de 13 şervanên QSD´ê şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN