Şervanên QSD`ê li taxa El-Mişleb pêşve diçin. Li taxê şerên dijwar di navbera Şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de didom. Çavkaniyan diyar kirin ku rizgarkirina tevahiya texê nêzîk bû ye.Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê, ku QSD`ê bi navê ʺCenga Mezin daye destpêkirin bi hemû hêza xwe didome. Şervan di hundirê bajarê Reqayê de pêş ve diçin.

Nûçegihanê ANHA`yê ku hemleya rizgarkirina Reqayê dişopîne diyar kir ku Şervanên QSD`ê di eniyên cuda yên şerê di hundirê bajêr de pêşve diçin. Li taxa El-Mişleb ji du rojan ve heta niha şerên dijwar didomin, şervanên QSD`ê li taxê pêşve diçin. Çavkaniyan ji nûçegihanê ANHA`yê re diyar kirin ku tê payîn di demek nêz de tax bê rizgarkirin. 


 REQA