Operasyona ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ a QSD´ê û operasyona li derdora bendava Tişrînê û Eyn Îsa jî dewam dikin. Çeteyên komên Tirkiye pişta wan digire jî li Şêxmeqsûdê êrîşên xwe dewam dikin.
Li gorî agahiyê ku nûçegîhanên ANHA’yê ji cihê operasyonê ragihandine, di nava 24 saetan de pêr û doh 8 gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Di nava wan de gundê Mekmen ê setratejîk jî heye.
Şervan di nava 24 saetan de ji eniya aliyê bajarê Hesekê ve 5 km bi pêş ve çûn, li vê eniyê girê gundê Xirbet Malha ku 50 km li rojava-başûrê Hesekê ye, ji çeteyan hate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gir çeteyan bi maşîneyeke bombebarkirî êrîşî şervanan kir, lê şervanên QSD’ê beriya ku tirimpêl bigihêje gir, ew teqandin.
Şervanên QSD’ê li aliyê eniya rojavayê Çiyayê Kizwanan jî gundên El-Hemed, El-Cedhan, El-Cedûh, El-Bedir, El-Serad, Dilyan, Dilyan Mitlî ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan li gundê Dilyanê dest danîn ser du roketên katyoşayê ku bi destan hatine çêkirin.
Di operasyonê de gundên li devera Şedadê Um Midfeh (30 km li rojavayê Şedadê) û gundê Salihiyê ku ji 3 gundikan pêk tê û dikeve bakûrê gundê Mekmenê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi navê ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ li rojavayê Çiyayê Kizwana bi armanca avakirina xeteke parastinê ya kantona Cizîrê û bajarê Girê Spî pêl bi pêl mezin dibe.
Operasyona Eyn Îsa û Tişrînê
Operasyona hêzên YPG’ê jî di navbera bajaroka Eyn Îsa û Bendava Tişrînê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dike. Di operasyonê de doh gundek hate rizgarkirin û derbên mezin li çeteyan hatin xistin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyona YPG’ê ya bi armanca paqijkirina wan deveran ku çeteyan ji bo êrîşên xwe wekî baregeh bikardianîn. Vê operasyonê di 6’ê Adarê de li herêma dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û bendava Tişrînê de dest pê kiribû. Di daxuyaniyê de li ser operasyonê ev agahî hatin parvekirin: “7’ê Adarê hêzên me li vê qadê gundê Miseêd ji çeteyan paqij kir. Di operasyonê de maşîneyeke teqemenî ya çeteyan hatiye ruxandin.
Di vê operasyonê de hêzên me dest danîn ser doçkayek 12,5mm û 320 fîşekên wê, 3 kleş û 240 fîşekên wan, 14 bombeyên destan, 9 guleyên roketavêja B7 û 10 HV, yek dûrbîn, yek rext û yek çente.”
Di dewama daxuyaniyê de YPG dide zanîn ku doh û pêr DAIŞ’ê êrîş li dijî hêzên operasyonê pêk anîne û ev êrîş hatine pûçkirin û çete reviyane.
Êrîşên li dijî Şêxmeqsud didomin
Navenda Ragihandina YPG’ê der barê êrîşên çeteyan ên li dijî Şêx Meqsûdê de jî agahî dan. Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: “1. Êrîşên çeteyên Ehrar El-Şam, Cebhe Şamiye, Lîwa Sultan Murad, Ketîbeyên Sultan Fatih, Ketîbeyên Fisteqim Kema Emert, Ketîbeyên Nûredîn Zengî, Lîwa 13, Foca Yekem, Ketîbeya 116 û Ketîbeyên Ebû Emar ên li dijî taxa Şêx Meqsud a Halebê dewam dikin. Komên çeteyên ku bi topên cehennem û hawanan taxa Şêx Meqsud hedef digirin, di heman demê de hewl didin ji milê Seken Şebab û Rêya Cendol têkevin taxê."
YPG´ê wekî din da zanîn ku hêzên wan bersiv daye van hewldanan û li herêma Seken Şebab 4 çeteyên hewl dan bikevin taxê kuştine. YPG dibêje, êrîşên çeteyan yê paşê jî ji aliyê hêzên wan ve hatine pûçkirin lê belê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN