Fermandar Ebû Xewla: Şer dê giran be, DAIŞ’ê giştî hêza xwe ya eskerî li vir kom kiriye. Lê hêzên me amade ne ku bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê yên terorîst li vê herêmê tine bikin.

 

DILSOZ DILDAR / DIYAR EHMO / ANHA / HESEKÊ

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla got, şerê tinekirina terorê ne hêsan e, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ‘ê hemû hêz û çekên xwe di vê berîka dawî ya rojhilatê çemê Firatê de kom kiriye û got, “Lê hêzên me ji bo tinekirina bermahiyên rêxistina terorîst, amade û perwerdekirî ne.” Berdevka fermî ya Bagera Cizîrê, Lîlwa El-Abdullah jî got, hêzên wan wê korîdorên ewle ji bo sivîlan vekin û wargehan ji penaberan re amade bikin.

Li ser qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ji bo “tinekirina terorê”, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ehmed Ebû Xewla axivî. Ebû Xewla destnîşan kir ku şerê tinekirina terorê şerê dawî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ‘ê de li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye û got, “Li vê deverê zîndanên DAIŞ‘ê hene û têde gelek welatiyên sivîl û dîlên eskerî hatine girtin. Ji ber vê yekê, em ê bi hestiyarî nêzî mijarê bibin.”

 

Ne hêsan e lê teror wê bê tinekirin

Ebû Xewla got, ew ê korîdorên bi ewle ji bo derxistina welatiyên sivîl vekin û ji bo serweriya li ser zîndanên DAIŞ’ê ew bi baldarî tevdigerin da ku girtî serbest bêne berdan.

Li ser rewşa deverên Firatê û danûstandina hêzên QSD’ê bi pêşveçûna şer re, Ebû Xewla wiha peyivî: “Devera ku em ê rizgar bikin, li ber çemê Firatê ye û devereke bi welatiyên sivîl dagirtî ye, ango bajarokê Hecînê û sê bajarokên din ên derdora wê. Li vê deverê şer dê giran be, nemaze ji ber ku DAIŞ’ê giştî hêza xwe ya eskerî û çekên xwe tê de kom kirine. Ev şer hêsan derbas nabe. Lê hêzên me amade ne ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst li vê herêmê tine bikin.”

 

3 hezar terorîst li 4 bajarokan

Der barê hejmara çeteyên DAIŞ‘ê de ku di vê berîka dawî de kom bûne, Ebû Xewla da zanîn ku li gorî agahiyên wan ên îstîxbarî, hejmara çeteyên DAIŞ´ê qederê 3000´î ye.

Ebû Xewla da zanîn ku çarçoveyeke wan a demê ji bo rizgarkirina vê deverê tine ye û wiha domand: “Çalakiyên eskerî dê weke çalakiyên birînkarî yên balder pêk werin, nemaze ji ber ku di nava gund û bajarokan de wê pêk were. Li vir hejmareke jin û zarokên DAIŞ’ê hene.”

 

Korîdorên ewle û kampên penaberan

   

Berdevka fermî ya hemleya Bagera Cizîrê, Lîlwa El-Abdullah jî destnîşan kir ku ew ê ji bo rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê korîdorên ewle vekin. Her wiha Lîlwa El-Abdullah diyar kir ku şervanên jin ên di nava QSD`ê de bi armanca rizgarkirina jinan ji çeteyên DAIŞ`ê dê beşdarî hemleyê bibin.

Lîlwa El Abdullah ji bilî korîdoran got, her wiha ji bo koçberan şervan wê kampan jî ava bikin.

Lîlwa  bang kir li hemû sivîlên li herêmê û kesên agahiyên wan hene li ser kesên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, wan agahdar bikin da ku wan sivîlan rizgar bikin.

 
 

Li bereya El-Kesra 41 çete hatin kuştin

 

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê di Pêngava Bagera Cizirê de bîlançoya operasyona li rojhilatê Firatê ya 2 rojan eşkere kir. Li gorî daxuyaniyê 41 çete hatine kuştin.

QSD’ê beriya bi 3 rojan li rojhilatê Firatê li herêma Dêrazorê operasyoneke dabû destpêkirin.

QSD’ê doh bi daxuyaniyekê bîlançoya 2 rojên dawîn a vê pêngavê eşkere kir. Li gorî vê, QSD dibêje, “Li aliyê rojhilatê gundê El-Baxoza Jorîn, hêzên me di 10`ê Îlona 2018`an de 3 kîlometre bi pêş ve çûn. Şer sîng bi sîng di navbera wan û çeteyan de qewimî. Di encama wê de, ziyaneke mezin gihişt çeteyan û 10 nuqteyên bicihbûna çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha hêzên me di roja duyemîn de kîlometreyekê bi pêş ve çûn û 7 nuqte ji çeteyan rizgar kirin.

Di wî şerî de balafirên koalîsyonê 3 caran çete kirin hedef.

Di şerê vî baskî de, 4 şervanên me birîndar bûn û me ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. Her wiha mayinek bi buldozereke hezên me de teqiya û tenê zerara madî çêbû.”

 

6 kîlometre bi pêş ve çûn

Ji endamên şerê li bereya El-Kesra jî QSD´ê ev agahî dan: “Hêzên me li gelek aliyan bi pêş ve çûn. Di roja yekem û duyemîn de 6 kîlometre bi pêş ve çûn. 10 nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin. Li wan deran şerê giran ê rû bi rû çêbû. Her wiha balafirên koalîsyonê 7 caran li çeteyan da.

Yek ji fermandarên hêzên me teqez kir ku hêzên wan di wî şerî de 41 çete kuştine, gelek alavên eskerî, cebilxane û wesayîtên çeteyan rûxandine. Her wiha 6 şervan jî şehîd bûne.

Heta niha li wê derê şerekî dijwar didome û çete bi hemû hêza xwe hewl didin pêşveçûna hêzên me asteng bikin.”