Her wiha cenazeyên 6 çeteyan, 6 çekên kalaşinkof û 1 çeka doçka 23.5 ketin destê şervanên QSD’ê. Li aliyê din wesayîteke ku ji bo teqandinê hatibû amadekirin ji aliyên ekîbên pispor ve hat bê bandorkirin.

Hêzên QSD’ê gundê Heqil Tişrîn ê 22 km dikeve başûr-rojavayê bajarokê Holê, gundê El-Mişêrfê yê 19 km li rojavayê Holê û gundê Ebû Weşaş ku 20 km li rojavayê Holê ye rizgar kirin. Şervanên QSD’ê her wiha şirketa El-Celeban a Sînî ku 22 km li başûr-rojavayê tevî hin gundikên ku navên wan nehate zanîn, rizgar kirin.


Fdal û Til Barûd jî rizgar bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di hemanê demê li aliyê Hesekê jî operasyona xwe dewam dikin. Şervanan li vê herêmê gundê Fdal ê 9 km û gundê Til Barûd ê 15 km dikevin başûr bajarê Hesekê ji çeteyan rizgar kirin. Çete ev herdu gund wekî du navendên setratejîk ji boyî xwe bikar tanîn.

Şervanên QSD’ê Riya Spî (Ebyed) a li başûr Hesekê ku di ber Çiyayê Kizwana re derbas dibe, ji destê çeteyan standin. Di vê navberê de 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyên 5’an ji wan tevî çek û cebilxaneyan ketin destê şervanên QSD’ê. Du çete jî bi saxî hatin girtin. 


 HESEKÊ