Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ku pêr li hemberî parêzgeha Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî ‘Paytexta Xilafetê’ bi nav dikin, "Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê" pêr dabû destpê kirin. Operasyon bi tevlêbûna 31 hêzên di bin banê QSD’ê û bi  destekdayîna Balafirên Koalîsyona Navnetewî didome.

Operasyona ji 3 baskan berdewam dike, li başûrê rojhilatê bajaroke Eyn Îsa derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), derbarê operasyonê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku hêzên wan derbeyê giran li çeteyan dane û gundên Qirtaca, Fatsa, Indibên, Mitemesric û 4 mezrayên stratejîk ji çeteyan stendin. Li gor agahiyan şervanekî QSD’ê jî di şer de jiyana xwe ji dest daye.


23 çete hatin kuştin

Li gor ku nûçegihanên ANHA’yê ragihand, şervanên QSD’ê bi çekên giran li çeperên DAIŞ’ê yên li gundê Mitemesricê dan û  qad ji çeteyan paqij kir. Hat hînbûn ku di encama şer û pevçûnan de 23 çete hatin kuştin. 

Çavkaniyên QSD’ê ragihan ku çeteyên DAIŞ’ê ji ber tirsa QSD’ê li herêma bakûrê Reqayê cilên QSD’ê li xwe dikin û alên QSD’ê jî radikin. 


Banga şervanên Reqayê 

Şervanên Lîwa Ehrar El- Reqa ku tevlî hemleya rizgarkirina Bakûrê Reqayê bûne ji ji ANHA yê re axivîn û bang li ciwanên herêmê kirin ku tevlî QSD bibin da ku demeke nêz de herêmê ji çeteyan rizgarbikin.

Şervanê Lîwai Ehrar El Reqa Umar Ebû Nûr diyar kir ku ew dixwazin destpêkê axa xwe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarbikin û got: “Ev herêm ji bo çeteyan gelekî girîng e û em e bi hêz û vîna xwe vê herêmê ji çeteyan paqij bikin. Ez bang li ciwanên me dikin ku tevlî QSD’ê bibin û ciyê xwe di hemleya rizgarkirina bakûrê Rewqayê bigirin.”

Şervanê Lîwai Ehrar El Reqa Faris Ebû Murad Mustefa jî da zanîn ku li hemberê DAIŞ’ê destbi hemleyeke bi hêz kiriye got: ‘Em bang li gelê xwe yê li wê herêm dikin ku ku dûrî waregehên çeteyan bimînin û hewl bidin ku nêzî herêmên şer nebin.” 


31 komên beşdarî opersyonê bû ne

Tugayên Ehrar El-Reqa, Lîwai El-Tehrîr, Tugaya Çalakiyên Taybet 455, Tugaya Meşê ya 99, Tugaya El-Qeqai, Eniya El-Ekrad, Tugaya Selacîqe, Tugaya Sultan Selîm, Tugaya Eyn Calût, Hêzên Êlên Heleb, Kombûna Tugayên Cizîrê, Tugaya Şehîdên Ceza, Tugaya Şehîdên Til Hemîs, Tugaya Şehîdên Til Berek, Tugaya Şehîdên Girhok, Tugaya Şehîdên Hesekê, Tugaya Şehîdên Rawiya, kombûna Tugayên Firat, Tugaya Şehîdên Mebrûka, Tabûra Kombûna Firat-Cerblusê, Tabûra Ehrar Cerablus, Tabûra Şehîdên Firatê, Tabûra Şehîdên Bendavê, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Tabûrên Şems El-Şemal, Tugaya cund El-Heremên, Eniya Şoreşgerên Reqayê, YPG, YPJ, Ehrar El-Tebga, Tabûra Heqî El-Xanim. 


Koçberên Reqayê gihîştin Mebrûka

Piştî Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê, Balafirên Koalîsyona Nevnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê jî li Reqayê belavokên gel agahdar dikin da ku ji dûrî cihên çeteyan bisekin, pêla koçberiyê ya ji vî bajarî zêdetir bû. Di 2 rojên dawî de 100 welatiyên din ji bajarê Reqayê koçber bûn û çûn Kampa Mebrûka ya girêdayê bajarê Serêkaniyê.Koçberên ku piraniya wan jin û zarok in ji aliyê rêveberiya kampê ve hatin pêşwazîkirin.

Koçberan kêfxweşiya xwe ya ji ber operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê anîn ziman û hêvî kirin ku di demek nêz de vegerin warên xwe.

Kampa Koçberan a Mebrûka ku 40 km dikeve rojavayê Serêkaniyê, ji aliyê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê ve di 12‘ê kanûna 2015‘an de hate vekirin. Di 28‘ê çileya 2016’an de jî koçber lê hatin bicîhkirin. Di rewşa niha de zêdetirî hezar koçber li kampê dimînin.  


 NAVENDA NÛÇEYAN 




‘Em amade ne beşdar bibin’


Wezareta Karê Devre ya Rûsyayê diyar kir ku welatê war amade ye ji bo operesyona rizgarkirina Reqayê, bi hêzên Koalîsyona Navnetewî û Kurdan re hevkar be. Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku ji bo bajarên Mûsil û Reqayê di zûtirîn dem de ji çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin pêwîste hêzên wan û Koalîsyona Navnetewî di nav kordîneyê de bin.

Lavrov diyar kir ew amade ne bi hemû berpirsyariya xwe bi hêzên Koalîsyona Sûriyeyê û hêzên Kurdî re hevakar bin.     


 MOSKOVA