Dema ku şerê çekdarî li Sûriyeyê dest pê kir welatiyên gundê Qubê tabûreke xwe ava kirin û li hember rejîma Baasê û piştre DAIŞ dest bi şer kirin. Tevlê gelek hêzên leşkerî yên li Sûriyeyê şer dikin, bûn. Lê herî dawiyê di nav refên QSD’ê de hêviya pêkanîna armancên xwe dîtin û tevlî nava refên vê hêzê bû.


Li hember rejîma Baas şer kir   

Tabûr Şehîdên Firatê, ji welatiyên gundê Qubê yê ku 35 km dikeve başûr rojavayê Kantona Kobanê û piraniya şêniyên wî Ereb in pêk tê.

Di Adara 2011’an de û bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re, şêniyên gundê Qubê li hember rejîma Baasê meş û xwepêşandan li dar xistin. Piştre, dema ku şerê li Sûriyeyê veguherî şerê çekdarî, welatiyan tabûreke bi navê Siwar El-Quba (Şoreşgerên Qubê) ava kirin.

Di Hezêrana 2012’an de, êrîşî baregehên rêjîmê yên li bajaroka Şiyûx a ku 30 km dikeve rojavayî Kantona Kobanê kirin. Di encamê de hemû leşkerên rêjîmê ji bajarokê derxistin.

Piştre, di sala 2013’an de tevlê Lîwai El-Tewhîd ê girêdayî Artêşa Azad a ku wê demê li bajarokê Marei ya Helebê diman, bû. Di nava refên El-Tewhîd de, li bajarên Reqa, Minbij, Bab, Balafirgeha Kiwêris û gelek gund û bajarokên din ên Helebê, li hember rejîmê şer kirin.


Li hember DAIŞ’ê jî şer kir

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê derketin, tabûrê li Cerablus, Minbic, Pira Qereqozaq û gundê Caidê li hember DAIŞ’ê şer kir. Di van şeran de 20 endamên wan jiyana xwe ji dest dan û 20 ên din jî hatin dîlgirtin. Çeteyan 2 dîl ji van îdam kirin û çaranûsa yên mayî ne diyar e.


Tevlî Burkan El-Firat bûn

Dema ku Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat hat avakirin, di sala 2014’an de tabûr tevlî odeyê bû û di nava refên Burkan El-Firat de li hember çeteyan şer kir.

Di êrîşên 15’ê Îlona 2014’an de gundê wan ket destê çeteyên DAIŞ’ê de, li vir tabûr belav bû. Lê di sala 2015’an de û piştî gundê wan hat rizgarkirin, endamên wan ji nû ve vegeriyan û vê carê tabûr tevlê refên Siwar El-Reqa bû.


Hêviya xwe di QSD’ê de dît

Di sala 2015’an de, ji bo bîranîna şervanên xwe yên di şerên herêma Firatê de jiyana xwe ji dest dan, navê Tabûra Şehîdên Firatê li xwe kirin. Vê tabûrê ji ber ku hêviya xwe di nava Hêzên QSD’ê yên ku ji tevahiya pêkhateyên Sûriyê pêk dît, di 13’ê Çileya 2016’an de tevlê nava refên QSD’ê bû.


Hêzên nû wê tevlî bibin

Berdevkê Fermî yê QSD’ê ya Kobanê Şervan Derwêş di hevdîtineke bi ANHA’yê re got ku Tabûra Şehîdên Firatê dê ne ya dawiyê be û ragihand ku gelek tabûrên din wê di rojên pêşiya me de tevlê QSD’ê bibin. Derwêş bilêv kir ku gelê herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rojane hawara xwe dighînin QSD’ê da ku wan xelas bikin. 



NEWRES XELÎL/ANHA/KOBANÊ