QSD hêza xwe mezintir dike
Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn, doh dewreya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Mezlûm Hesekê” bi dawî kir. 238 şervan tevlî dewreya perwerdeyê bûn. Fermandarên QSD, YPJ û bi dehan malbatên şervanên QSD`ê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê bûn. Yek ji fermandarên QSD`ê Dijwar Girê Spî axivî û got, bi saya şervanan wan herêm ji çeteyan rizgar kir. Dijwar Girê Spî teqez kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya rastiyê bimeşin û parastina gelê bindest bikin û alîkariya wan bikin. Paşê şervanan sûnda eskerî xwar. Şervanên ku dewreya perwerdeyê bi dawî kir, wê berê xwe bidin eniyên Pêngava Bagera Cizîrê.
ANHA/GIRÊ SPÎ