Têkildarî Pêngava Xezeba Firatê û sedemên pêşengtiya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo hemleyê, siyasetmedar, rewşenbîr û oldarên Rojavayê Kurdistanê nêrînên xwe ji ANHA‘ê ye re anîn ziman.

Serokê Yekîtiya Odldarên Misilman ê Kantona Cizîrê Mele Mihemed Xerzî, QSD wekî hêzêke neteweyî bi nav kir û wiha pêde çû: “Sedemên sereke ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo pêşengtiya Hemleya Rizgarkirna Reqayê hatiye pejirandin, ew e ku ev hêz di bingeha xwe ya bîrdozî de, hêzeke neteweyî ye, ne bi tirs e, venaguhere komeke radîkal. QSD‘ê bingeha xwe dispêre netewa demokratîk. “

Ji ber ku cihê bîr û baweriyê ye

Xerzî destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk cihê bîr û baweriya hêzên cîhanî ye, ne wekî hin hêzên din e ku veguherîn komên radîkalan.

‘Bingeha wê ya siyasî heye‘

Hevserokê Partiya Aşitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Telal Mihemed jî dest nîşan kir ku destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ji bo parastina berjewendiyên xwe, aloziya Sûriyê kûrtir kir û ev yek bû sedam ku bi deham komên radîkal derkevin.

Telal Mihemed anî ziman ku bi kûrbûna vê aloziyê hêzeke demokratîk, niştimanî, xwedî projeyeke siyasî ji bo pêşeroja Sûriye derket holê û wiha pê de çû “Ev hêz ne ji bo berjewendiyên derve tevdigere. Lê belê bi erka xwe ya niştimanî û dîrokî radibe. Ji bo rizgarkirina Sûriyeye têkoşîn kir û gelek herêm ji terorîstan û desthilatdaran rizgar kirin. Ev hêza siyasî ji aliya xwe ve hêzeke leşkerî yekbûyî bi navê Hêzên Sûriyeye Demokratîk ava kir, vê hêzê jî li hember terorê şer kir û gelek cih ji wan rizgar kirin.”

Mihemed da zanîn ku ev hêza tekane ye ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de digirin û bi yek armancî dixebitin û got: “Ev hêza tekane ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeye cihê xwe di nav de digirin. Armanc û soza wan yeke ku li hember terorê şer bikin û Sûriyê rizgar bikin. Hêzên navdewletî jî dîtin ku pêwîst e hevgirtineke bi wan re çêbikin û piştgiriyê bidin wan. Her wiha eniyeke hevbeş bi wan re ava bikin da ku şerê çeteyên DAIŞ‘ê bikin.”

Federalî siberoja Sûriyê ye

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê anî ziman ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk ji hemû gelên Rojava û Bakurê Sûriyê pêk tê û ew xwediyê parastina welatê xwe ye û got: “Vê hêzê bi demê re cesareta xwe isbat kir, ji ber ku xwedî bîr, vîn û bawerî ye, armanca wê ew e ku hemû gelên herêmê azad bike.”

Ehmê diyar kir ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk xwedî lêvegereke siyasî ye û got: “Lêvegera Hêzên Sûriyeye Demokratîk, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk e. Ev meclîs jî xwedî projeyeke demokratîk, federalî ji bo pêşeroja Sûriyeye û mafên hemû gelên Sûriyeye diparêze.”

Dikare bibe bingeha avakirina hêzeke niştimanî

Berdevkê Fermî yê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava Mûnîr Şêxê derbarê mijarê de got: “Hêzên Sûriyeye Demokratîk ji bo pêşengtiya hemleya rizgarkirina Reqqayê hate pejirandin, ji ber ku tekez dikarî şerê DAIŞ‘ê bike, di tu şerî bin neketiye, hêza tekaneye ku bi pirrengiya netewî û mezhebû tê naskirin. Li herêmên ku rizgarkirina ti şaştî dernexistiye. Ev hêz bi xurtî nûnertiya hêzên pêşerojê ku dikarin bingeha xurt a parstina tevahiya Sûriya sibrojê biparêzin.”


EKREM BEREKATANHA/NAVENDA NÛÇEYAN