Fermandarê Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal Serkan Demîrcîoglu, derbarê têkiliyên xwe yên bi QSD’ê re, bandora QSD’ê ya di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de ji ANHA’yê re axivî.
Serkan Demîrcîoglu, destnîşan kir pêvajoya bi navê ”Bihara Ereban” a ku ji Tunusê destpê kir, piştre jî li Lîbya û Misrê dom kiriye, veguheriye merheleyeke cuda. Demîrcîoglu, anî ziman ku li her dereke cîhanê mafê kesên bindest heye ku serî hilde û bal kişand li Rojavayê Kurdistanê jî Kurdên ku ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tune dihatin hesibandin, 4 sal beriya niha mafê xwe yê serhildanê bikar aniye.
Demîrcîoglu, da zanîn ku bîrdozî û felsefeya ku pêşengiya gelê Kurd dike, ji nîjadperestî, olperestî û tekparêziyê dûr e û wiha dom kir: “Rêbertiyeke ku piralîbûn û hembêzkirinê esas digire li Rojava Kurd û Ereb, Misliman û Xiristiyan anîne cem hev û karîbûye li hemberî dijminê hevpar bi hevre şer bikin.”
Demîrcîoglu bi bîr xist ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di encama vê rêbertiyê de derketiye holê û ji bo pêşerojê hêviyê dide.
Sîstema demokratîk a kantonan
Serkan Demîrcîoglu anî ziman ku wan jî wekî Tabûra Azadiyê ya Enternasyonal di hemleya Holê de, di bin ala YPG’ê de li gel pêkhayetên din ên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Demîrcîoglu got ku ev ji bo wan bûye tecrubeyek û ji nîha û pê de jî ew ê di bin sîwaneya QSD’ê de wekî hêzeke ku şoreşa Rojava diparêze hebûna xwe bidomînin.
Demîrcîoglu diyar kir ku QSD wekî rêxistinbûyîneke leşkerî di warê parastina destkeftiyên şoreşê de roleke girîng dilîze, lê ev têrî nake û wiha pê de çû: “Divê civakên olî û mezhebî yên gelan di xebatên siyasî de jî bi hevre tevbigerin. Sîstema kantonan a Rojava nîşaneyên vê yekê dide. Di rêveberiyên kantonan de nûnerên Ereb, Asurî, Tirkmen û Çerkezan hene. Ev wêneyekî ku Rojhilata Navîn bi sedan salan lê digere ye. Ji ber wê yekê QSD ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevahî Rojhilata Navîn wekî guleyek fîşekê ku rê nîşan dide ye. Pêşxistin û bihêzxistina wê yek ji erkên girîng ên pêşerojê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN