Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) ku di 23 Kanûnê de li başûrê Kobanê dest bi ‘Hemleya paqijkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan’ kir, heta niha bi dehan gund rizgar kirin. Hêzên QSD’ê bi rizgarkirina Bendava Teşrîna a li ser ava Firatê û ketin bajarokê Teşrîn û li vir şerên dijwar diqewimin.

Di pêngava ‘Hemleya paqijkirina gundewarên başurê Kobanê ya ji çeteyan’ de Hêzên QSD’ê yên Kantona Kobanê, Efrîn, Cizîr, Ceyş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Lîwa El-Tehrîr, Tabûrên Şems El-Şemal, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Kombûna Tugayên Cizîrê û Kombûna Tabûrên Firat-Cerablusê cihê xwe digirin. 


Destpêkê Seharic Cîbal hat rizgarkirin

Li gorî nûçegihanên ANHA´yê pêngava QSD’ê bi rizgarkirina gûndê Seharic Cîbal ê niştecihên wê Ereb, dest pê kir. Li gorî nûçegihanên ANHA´yê di roja duyemîn a hemleyê de bi dehan gund û gundik hatine rizgarkirin. 


Rêya Cerablûs û Reqayê qut bû

Nûçegihanên ANHA´yê ragihandin ku Hêzên QSD’ê piştî rizgarkirina van gundan bi hêzeke xurt berê xwe da Bendava Teşrîn. Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê tevahî erazî mayîn jî kiribûn şervanên QSD’ê ji du aliyan ve pêşve çûn û Bendava Teşrîn a li ser ava Firatê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Bendava Teşrînê, ji bo çeteyên DAIŞ’ê rêya bingehîn e di navbera Cerablûs û Reqayê de û xwedî girîngiyeke mezin e. Bi azadkirina bendavê re tê gotin ku ji aliyê stratejîk ve hêzên QSD’ê wê bibin xwedî serketineke girîng.


Çeteyên xwe veşatin hatin girtin

Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji qada şer radigihînin, şervanên QSD’ê di encamê pêngavê de li gundê Denedewşan 12 çeteyên ku cilên sivîl li xwe kiribûn û xwe veşartibûn girtin. 

Di şerê li gundê Girêdan de jî şervanan çeteyek bi saxî girt. 


QSD li rojavayê Firatê pêşve diçe

Piştî ku şervanên QSD’ê Bendava Teşrîn bi tevahî xistin bin kontrola xwe berê xwe dan bajarokê Teşrînê. 

Li gorî agahiyên ji nûçegîhanên ANHA’yê, hêzên QSD’ê gihîştin devê deriyê bajarokê Teşrîn û li vir di navbera şervanên QSD’ê çeteyan de şerê dijwar diqewime. Di encama vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Nûçgîhanên ANHA’yê ragîhandin ku operasyona şervanên QSD’ê bi piştgiriya balafirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê dewam dike.

Şer bi dijwarî bê navber dewam dike û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêş ve diçin.


Ji Minbicê direvin Babê

Çeteyên DAIŞ’ê êdî malbatên xwe ji bajarê Minbicê ber bi bajarê Babê ve dibin. Li gorî nûçeyên ANHA’yê çeteyan piştî ku derbên mezin ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk xwarin, êdî tirs ketiye dilê wan û ji bajarê Minbicê hêdî hêdî vedikişin. Çete malbatên xwe ber bi bajarê Babê ve dişînin. Bajarê Babê 45 km li rojavayê Minbicê ye. n ANHA/KOBANÊ/MINBIC


Bendava Teşrînê ku niha ketiye bin kontrola hêzên QSD’ê li başûrê Kantona Kobanê ye, di erdnîgariya Sûriyeyê de xwedî cihekî stratejîk e.

Bendava Teşrîn li ser Çemê Firatê, dikeve nav erdê bajarê Minbicê yê ser bi Helebê. Ew 26 km li başûr-rojhilatê Minbicê, 24 km li başûrê Sirrînê û 90 km durî Helebê û 52 km jî dûrî sînorê Tirkiyeyê ye. Bendav ji Kobanê 60 kîlometroyan dûr e. Bendav elektrîka herêmê bi tevahî hildiberîne.

Bendava Teşrînê xwedî cihekî stratejîk e. Ew dikeve ser riya di navbera Heleb û Reqayê de. 100 gund li derdora wê hene û şêniyên van gundan ji pêkhateyên Kurd û Ereb in.





‘Em ji bo gelên xwe xetên sor nas nakin’


Berdevkê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Şervan Derwêş diyar kir ku ji bo wan bidestxistina Bendava Teşrînê û derbasbûna wî aliyê Çemê Firatê serketinek mezin e û destnîşan kir ku ew li ser soza xwe ne ku dibîje, li ku derê çeteyên DAIŞ’ê hebin ew dê wan têk bibin, ji bo vê jî ne xetên sor, ne sînor û ne jî kesî nas nakin.

Berdevkê QSD’ê Şervan Derwêş, derbarê serketina operasyonê de agahî dan û diyar kir ku di encama operasyona 4 rojan de weke hêzên QSD’ê bi awayekî fermî Bendava Teşrînê bidestxistin û derbasî wî aliyê Çemê Firatê bûn. Derwêş, destnîşan kir ku ji ber vê serkeftinê çeteyên DAIŞ’ê şikestine, lewra xeta wan a di navbêra du navendên wan Raqa û Cerablûsê de qût bû. Derwêş got: “Li gorî agahiyên me, piştî vê serketinê çeteyan vê carê êrîşî bir ser sivîlan û hemwelatiyek li nava Minbicê li ber çavên her kesî înfaz kirin. Niha kerba xwe di serê sivîlan de derdixin. Çewa li Kobanê şikestin, li Raqayê êrîşê gel dikirin, niha piştî Teşrînê jî li Minbicê heman tiştî dikin.”


‘Ev serkeftin serkeftina gel e’

Derwêş, destnîşan kir ku di vê hemleyê de QSD 25 kîlometroyan bi pêşve çû û ev yek jî di hêla eskerî de serketineke pir mezin e û got “Ev serketin li gelê me  pîroz be. Ev serketin serkeftina gelê me ye.”


‘Hemle dê dewam bike’

Derwêş bi bîr xist ku weke QSD’ê piştî hemleya Holê ev ya duyemîn e û anî ziman ku operasyonên wan wê dewam bikin. Derwêş diyar kir ku wan sozek daye gelê xwe û wiha peyivî: “Dema me avakirina xwe îlan kir, me soz da, heta ev xak ji çeteyên DAIŞ’ê paqij nebin, ew dê li pey wan bin û herêmê ji wan paqij bikin. Em li pişt vê soza xwe ne, li ku derê dibe bila bibe ji bo em gelê xwe ji bin zilma çeteyan derxin, em dê herin wir. Ji ber vê yekê em ne xetên sor, ne sînor û kesan nas dikin.”

Derwêş, diyar kir ku heta niha 40 kuştiyên çeteyan, di nav de çekên giran jî gelek cebilxane ketine destê QSD’ê. 


 ANHA/KOBANÊ