Pêngava azadkirina Tişrînê ya ku QSD’ê berî hefteyekê dabû destpêkirin dewam dike. Şervanên QSD’ê di çarçoveya pêngavê de li rojhilat û rojavayê Firatê ji du milan pêş ve diçin. Şervanên QSD doh jî ber bi bajarê Minbicê û li başûrê Kobanê operasyonên xwe bê navber meşandin. Li hemberî serketinên QSD dewlata Tirk dest bi provokasyonên nû kir. Dewleta Tirk li ser sînor tevgera xwe ya eskerî zêde kir, hêz û cebilxane derbasî Ezazê kir û ava çeme Firatê jî berda ser gundên Kantona Kobanê. 

Pêngava ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 23 Kanûnê de dabû destpêkirin, bi serketinên nû didome. Şervanên QSD, pêr berêvarê bajarokê Tişrînê rizgar kirin û bendav xistin bin kontrola xwe ji rojhilat û rojavayê çemê Firatê dest bi operasyonên nû kirin. 

QSD’ê piştî ku bajarokê Tişrîn bi temamî rizgar kir hêzên xwe li herêmê bicih kir û dest bi lêgerîn û paqijkirinê kir. Şervanan di lêgerîna xwe de dest danîn ser gelek çek, cebilxane û alavên leşkerîö 5 mayîn, bêtêlek, çekeke B7, 2 topên hawanê, tirimpêleke bombebarkirî û gelek nasnameyên çeteyan. 


Li rojhilat û rojava operasyon 

Operasyona ku di çarçoveya pêngavê de li rojhilatê çemê Firatê, li Eyn Îsa hatibû destpêkirin, bi awayekî serketî ber bi Reqqayê ve dewam dike. Şervanên QSD li rojavayê Firatê jî ji aliyê Qelqelê ber bi Minbicê ve operasyon meşandin û doh 12 kilometro nêzî Minbicê bûn. 

Şervanên QSD’ê li rojhilat û rojavayê Firatê bi pêş de diçin. Balafirên koalîsyonê jî destekê didin operasyonê.


QSD’ê rê neda çeteyan

Çeteyên DAIŞ’ê li rojhilat-başûrê Bendava Tişrîn hewl dan bi tirimpêleke bombebarkirî êrîş bikin, lê şervanên QSD’ê tevgera çeteyan ferq kir û ew tirimpêl beriya ku bigihêje hedefa xwe teqandin.

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Efrînê jî hewl dan êrîş bikin, lê belê QSD bersîv da. Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam hewl dan bikevin gundên Şiwarxa û El-Malikiyê, lê şervanên Ceyş El-Siwar bersiva tund da wan. Li derdora herdu gundan şer derket.

Hat diyarkirin ku şervanên Ceyş El-Siwar bersiv dan çeteyan û êrîşa wan şikandin. Çete ji balafirgeha Menix a li rojhilatê kantona Efrînê herdu gundan topbaran kirin. 


Çeteyan Minbicê terk dikin

Piştî pêngava QSD’ê çeteyan dest bi revê kirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, piştî QSD riya çûn û hatina di navbera Reqqa û Minbicê kontrol kir û gihişt bendava Tişrînê, çete dest bi valakirina Minbicê dikin. DAIŞ, li Reqqayê çeteyên ji Minbicê hatine li avahiyên bajar bi cih dike.

Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji Minbicê direvin, di ser Cerablusê (Girgamîş) ve derbasî Tirkiyeyê dibin. Di heman demê de çete di derî re mayînan derbasî Minbicê dikin û li bajar bicih dikin.


Heyetek ji Kobanê çû serdana Tişrînê 

Heyetek ji beşa ceyranê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê ji bo rewşa Bendava Tişrîn ji nêz ve kontrol bike, çû serdana bendavê.

Cîgirê Serokê Desteyê Mehmûd Ebdî û hejmarek ji endizyarên ceyranê, tevî xebatkarên li bendavê li hemû deverên wê geriyan. Şandeyê zerarên ku çeteyan dane bendavê û alavên wê tesbît kirin. Heyetê diyar kir ku ew ê bi rêya bendavê ji nû ve ceyranê bidin heremên Rojava çeteyan ceyranê ji ser wan birîbûn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN