Di 12’ê Cotmeha 2014’an de, 13 hêzên şoreşger ên Kurd, Ereb, Asûrî û Tirkmen, hêzêke xwe ya hevbeş bi armanca şerê li dijî dijminên gelên Sûriyê û di serî de çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina Sûriyê ji çeteyan, bi navê Hêzên Sûreya Demokratîk (QSD), ava kirin.
Hêzên Sûreya Demokratîk di pêngavên xwe ên rizgarkirinê serkeftinên mezin bidest xistin, gelek cih û dever ji çeteyan rizgar kirin. Li ser serkeftin û pêşketinên ku QSD’ê li ser erdê bi destxistin, gelek hêzên din jî xwestin cihê xwe di nava QSD’ê de bigrin. Li bajarê Kobanê di nava 6 mehan de 6 tabûr û hêzên leşkerî beşdarî nava Hêzên QSD’ê bûn.
Kombûna Tabûrên Firat Cerablusê
Yek ji hêzên ku tevlî QSD’ê bûye, Kombûna Tabûrên Firat û Cerablusê ye. Ev hêz di 16’ê Cotmeha sala 2012‘an de li bajarê Cerablusê hatiye avakirin. Kombûna Tabûrên Firat û Cerablusê ji 6 tabûran pêk tê û ew jî ev in: “Tabûra Firsan Cerablus, tabûra Şehîd Zekî Cadir, tabûra Şehîd Mûîd Cadir, tabûra Şehîd Cuma Cadir, tabûra Şehîdên Cewadir û tabûra Dirih El-Firat.”
Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li başûrê Hesekê bajarokê Holê û gelek gund ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Kombûna Tabûrên Firat û Cerablusê bi armanca beşdarî nava xebatên rizgarkirina tevahiya axa Sûriyeyê bibe, li gundê Zormixarê yê Kobanê, bi daxuyaniyekê beşdarbûna xwe ya nav refên QSD’ê ragihand.
Kombûna Tabûrên Firat û Cerablusê, Piştî pêngava duyemîn a QSD’ê û rizgarkirina gundewarên başûrê Kobanê, li ser daxwaza şêniyan, gelek gund ji çeteyan rizgar kir.
Tabûra Şehîdên Firatê
Şervanên wê ji gundê El-Qebê û gundê Girê Eber û Mezret El-Qebê yên 35 km dikevin başûrê – Rojavayê Kobanê, cihê xwe di nav de digirin. Di 13’ê Çileya 2016’an de Tugaya Şehîdên Firatê tevlî QSD‘ê bû.
Piştî ku Hêzên QSD’ê di operasyona xwe ya duyemîn a rizgarkirina gundewarên başûrê Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê de, gundê El-Mexmer ê Ereban ku 45 km li başûrê Kobanê ye, şêniyên gund tabûra xwe ya bi navê Şuheda El-Sed (Şehîdên Bendavê) ava kir. Şervanên tabûrê perwedeyên siyasî û leşkerî li baregehên Şems El-Şemal dîtin. Vê hêzê jî di 4’ê Sibatê de tevlîbûna xwe ya nav refên Tugaya Şems El-Şemal a ku di bin sîwana QSD‘ê de ye, ragihand.
Tugaya Ehrar Cerablus
Piştî ku QSD Pêngava Xezeba Xabûrê di 16’ê Sibata ragihandin û gelek serkeftin bi dest xistin, tabûreke din a bi navê Tabûra Ehrar Cerablus jî beşdarî nava hêzên QSD’ê bû. Şêniyên bajarê Cerablusê ku ji pêkhateyên Kurd û Ereb in, cihê xwe di vê tabûrê de digirin. Ev tabûr di 20’ê Sibatê de beşdarî QSD‘ê bû.
Tugeya Şehîd Kazim Arif a girêdayî Ceyş El-Siwar
Endamên Êla Umêrat a herêma Sirînê bi armanca parastina herêmê ji çeteyan û hêzên Rêjîmê tugeya xwe ya bi navê tugeya Şehîd Kazim Arif, ava kirin. Tugeya Şehîd Kazim Arif di 27‘ê Sibatê de beşdarî Ceyş El-Siwar a ku di bin banê QSD‘ê de tevdigere bû.
Tugeya Cund El-Heremên
Piştî ku hêzên Sûriya demokaratîk bi armanca tolhildana şehîdên Girê Spî û Silûkê û avakirina xeteke ewlekariyê, pîngava ‘Tolhildana Cûdî û Êlîn’ dan destpêkirin û serkeftinên mezin bidestxistin, Tugaya Cund El-Herêmên jî tevlî nava QSD’ê bû.Tugeya Cund El-Heremên, di 10’ê Adarê de tevlêbûna xwe ya nava QSD’ê îlan kir. Tugaya Cund El-Heremên di destpêka tîrmeha 2012’an li bajarê Minbicê ji hezar û 200 şervanan hate avakirin. Piraniya şervanên wê ji bajarê Minbicê bûn, Lîwaa şerê hêzên rêjîmê kir û li dijî siyasetên wan ên li dijî gelê herêmê derketin.
Tugaya Cund El-Heremên di destpêka avakirina xwe de li gelek deveran şer kiriye. Tugayê li herêmên weke balafirgeha Kiwêris a li gundên Helebê, li herêma Tebqa ya Reqa, her wihali Minbic, Bab û Ezazê jî şerê hêzên rêjîmê kiriye.
Ehrar El-Reqqa jî beşdarî hêzên wan bibe
Di derbarê vê yekê de Berdevkê Fermî yê QSD’ê Şervan Derwîş diyar kir ku hejmareke baş ji tugeyan beşdarî nava hêzên wan, bûn. Dewîş destnîşan kir tevlîbûna nava hêzên wan ber bi zêdebûnê ve diçe.
Li gorî berdevkê QSD‘ê tê payîn ku tugeya Ehrar El-Reqqa jî beşdarî hêzên wan bibe. Her wiha tabûreke din a girêdayê tugeya Şems El-Şemal jî were avakirin û ew jî di bin sîwaneya QSD’ê de şer bike.
DICEL EHMED/ANHA / KOBANÊ