Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî rewşa şer li başûrê Eyn Îsa û Hesekê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de behsa êrîşê DAIŞ´ê yên pêr û pitirpêr ên li dijî gundên Mexîra, El-Hayşê yîn ser bi Eyn Îsa yên kantona Kobanê û êrîşa DAIŞ´ê ya li dijî Qereqoxaza li başûr rojavayê Kobanê tê kirin.
20 çete hatin kuştin
Piştî van êrîşên DAIŞ´ê daxuyanî weha dewam dike:
"Di 22’yê Mijdarê de hêzên me li derdora saet 16.00’an de li dijî gundê Xirbitheldê ya dikeve rojavayê bajaroka Eyn Îsa ya giredayî Kobanê, saet di 20.30’an de jî li derdora gundê Mixêra ya li heman herême bi hêzên koalîsyonê ve bi awayekî koordîne li dijî çeteyan operasyonek hevbeş lidar xistin. Di encama vê operasyonê de 20 endamên çeteyan hatin kuştin, 2 maşîne jî hatin ruxandin."
Di heman daxuyaniyêde wekî din tê gotin ku di encama operasyonekê de di navbera bajarokê Eyn Îsa û çiyayê Kizwanan deli navbera çerxarêya Mebrûka û navenda Kehrebê, maşîneke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê hatiye desteserkirin. Di maşîneyê de tonek teqemenî, dûrbîneke termal û kalaşnîkofek hatine bidestxistin.”
Gundê Xemayêl hat rizgarkirin
Li laiyê din hêzên QSD’ê ku li başûrê Hesekê operasyonên xwe didomînin, gundê Xemayêl ji çeteyan rizgar kir. Operasyona hêzên QSD’ê ya ku di 30’ê Cotmehê de li başûrê Hesekê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin di roja 25’an doh dewam kir. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandiye, hêzên QSD’ê doh saet li derdora 13.00’an gundê Xemayêl ê ku 15 km dûr başûrê Hesekê ye ji çeteyan rizgar kirine.
NAVENDA NÛEÇEYAN