QSD roj bi roj xurttir dibe
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roj bi roj refên xwe mezintir dike. Li Minbicê 188 şervanên nû piştî qedandina perwerdeyê beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Her wiha Li navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî jî 56 fermandarên QSD´ê dewreya Şehîd Sîpan Deraa bi dawî kir.
Li Minbicê Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ku bi tevlîbûna 188 şervanên nû destpêkiribû, doh bi merasîmeke bi dawî bû.
Di merasîmê de Endamê Fermandariya Melcîsa Leşkerî ya Minbicê Ezîzî Minbic axivî û got: “Hin alî dixwazin tevlîheviyê di herêma Mibicê de derbixin û got ku şervanên wan amadene parstina herêmê bikin.” Li Eyn Îsa jî perwedeya 56 fermandarên QSD’ê jî doh bi merasîmeke qediya. Di dewre 40 rojan de waneyên siyasî, leşkerî hebûn. GIRÊ SPÎ