Şervanan her wiha di şer çeteyek bi saxî girtin. Ev çete li derdora gundê Em Kehif ê rojavayê bajarê Şedadê hate girtin.

Wekî din şervanên QSD’ê gundê Hisên El-Acil yê ku dikeve bakurê gundê El-Mekmen jî ji çeteyan rizgar kirin. Di dema rizgarkirina vî gundî de gelek çek û cebilxaneya jî hatin desteserkirin: 1 çeka RBG û 6 roketên wê, 1 BKC, 15 mayîn. Operasyona QSD’ê li herêmê didome.


Riyeke stratejîk ket destê QSD’ê

Şervanên QSD´ê di operasyona li rojavayê çiyayên Kizwanan de riyeke stratejîk a çeteyên DAIŞ’ê kontrol kir.

Di çarçoveya operasyona bi nvaê ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ a li rojavayê Çiyayê Kizwanan de ev rê kontrol kir ku DAIŞ´ê wekî riya alîkariyê û teqwiyê bi kar dianî. Di vê riyê de alîkariyên wekî çek û cebilxane ji çeteyan re dihatin şandin.

Li vê nuqteyê Riya Hesekê-Um Midfeh,  riya Hesekê-Reqqa û Riya Hesekê-Girê Spî digihêjin hev. Rê xwedî cihekî stratejîk e û nêzî gundê Um Midfehê ye.

Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşên li dijî bajarên Hesekê û Şedadê de ev rê wekî riyeke sereke ya çek, cebilxane û teqwiyeya bi giştî  bi kar dianî.


Êrîşa li Eyndeqna hat şikandin

Komên çekdar ên ser bi Mixalefeta Sûriyê û ENKS’ê li Efrînê êrîşî nuqteyên şervanên Ceyş El-Siwar ên li gundê Eyîndeqan kir. Li gorî agahiyên ji nûçegihanên ANHA’yê, komên çekdar  pêr bi şev êrîşî gundê Eyîndeqna yê li herêmên Şehbayê kir. Şervanên Ceyş El-Siwar bersiv da êrîşê û şer qewimî. Di encama şer de, êrîşa van koman hat şikandin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN





YPG´ê nasnameya 6 şervanan eşkere kir


Nasnameyên 6 şervanên YPG´ê ku di operasyona QSD’ê ya ‘Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn’ de jiyana xwe ji dest dayî, hat eşkerekirin. YPG´ê da zanîn ku van şervanan li gundewarê Şedadê û Girê Spî jiyana xwe jidest daye. Şervanên jiyana xwe ji dest dayî ev in: 

Mihemed El-Naye bi navê şervan Rustem Hesekê, 6´ê Adarê li gundê Ebû Fas jiyana xwe ji dest daye; Ehmed Diyab ê bi navê şervan Rênas Hesekê, 6´ê Adarê li gundê Ebû Fas jiyana xwe ji dest daye; Qiwetlî Numan bi navê şervan Egîd Salihiyê; 6´ê Adarê li gundê Ebû Fas jiyana xwe ji dest daye; Alan Xerraf, bi navê şervan Çekdem Ferhad, 6´ê Adarê li gundê Ebû Fas jiyana xwe ji dest daye; Mazlûm Qadir bi navê şervan Sadiq Kobanê, 28´ê Sibatê li Girê Spî jiyana xwe ji dest daye; Serhat Efe, bi navê şervan Ferman Cûdî, 3´ê Adarê li gundê Ezawî yê ser bi Şedadê jiyana xwe ji dest daye.