QSD Sûriyeyê dibe aramiyê
Fermandarê giştî yê Hêzên Ceyş El-Siwar, Ehmed El-Sultan ku bi navê Ebû Erac tê naskirin, got, serketinên mezin ên ku QSD`ê li dijî terorê bi dest xistin, Sûriyeyê ber bi aramiyê û aştiyê ve dibin.
Li Akademiya Şehîd Serhed a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî, merasîma bidawîkirina 2 dewreyên perwerdeya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate lidarxistin.
Bi beşdariya fermandarên QSD`ê, Akademiya Şehîd Feyad Şiblî dewreya perwerdeyê ya bi navê ‘Dewreya Şehîd Serhed Salûk’ û Akademiya Şehîd Sariya Ronahî dewreya bi navê ‘Dewreya Şehîd Zûhat Kobanê’ bi dawî kir.
Dewreya yekemîn bi beşdariya 21 endaman û ya duyemîn bi beşdariya 33 endaman dest pê kiribû.
Her du dewreyên perwerdeyê 45 rojan dewam kir. Di her du dewreyan de perwerdeyên li ser çekan hatin dayîn. Her wiha dersên taybet bi cureyên mayinan û rakirina wan jî hebûn.
Serketinên mezin ên QSD´ê
Merasîma bidawîkirina dewreyan li Akademiya Şehîd Serhed hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê merasîmeke eskerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin.
Di merasîmê de fermandarê giştî yê Ceyş El-Siwar, Ebû Erac axivî û got, pêwîst e hemû ciwan ji bo rizgarkirina herêmên xwe ji çeteyan, tevlî nav refên QSD`ê bibin. Ebû Erac teqez kir ku serketinên mezin ên ku QSD`ê li hemberî terorê bi dest xistine, wê Sûriyeyê ber bi başbûn û aramiyê ve bibin.
Ebû Erac destnîşan kir ku divê hemû şervan li gorî sîstem û perspektîfên eskerî di asta herî jor de tevbigerin. Ebû Erac hêviya serketinê ji şervanan re xwest.
Paşê şervanan soz da ku erka xwe ya eskerî li hemberî ax û gelê xwe pêk bînin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû. ANHA/GIRÊ SPÎ