Di navbera rêveberên QSD’ê û NY’yê de peymaneke plana hevpar a têkildarî qedexekirina girtina zarokan a eskeriyê û parastina wan a ji şer hate îmzekirin.
Di navbera rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Nûnera Taybet a Şerê bi Çek û Zarokan a Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Virginia Gamba de ji bo qedexekirina zarokan a li nava şer a li herêmê hevdîtin hatin kirin. Li ser erêkirina QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bi NY’yê re 29’ê Hezîranê peymaneke plana hevpar li avahiya duyemîn a herî mezin a NY'yê li Palaîs des Nations a li Cenevre hate îmzekirin.
Di merasîma îmzekirinê ya li Ofîsa Cenevre ya NY’yê de, Virginia Gamba, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed û Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Ham El-Mihbaş amade bûn.
Virginia Gamba daxuyaniyek da û QSD bi îmzekirina peymanê piştrast kir ku wê bi ti awayî rê neyê dayîn ku zarok di nava şer de cih bigirin û zarokan bi çek bike.
Rojeke girîng e
Wê destnîşan kir ku îmzekirina QSD’ê ya peymanê girîng e û wiha dewam kir: “Îro li Sûriyeyê têkildarî parastina zarokan rojeke girîng e, her wiha destpêka qonaxekê ye ku hate piştrastkirin wê QSD rê nede ku di bin sîwana wê de ti zarok neyên biçekkirin û di nava ti operasyonan de neyên erkdarkirin.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îmzekirina vê peymanê di encama civînên dûr û dirêj yên di navbera rêveberên NY’yê û QSD’ê de pêk hatiye.
Rêveberên QSD’ê malavaiya NY’yê kir, û got, Rêveberiya Xweser têkildarî polîtîkayên zarokan li pişt rêveberên NY’yê ye.
CENEVRE