Berdevkê MSD´ê: Encamên êrişeke muhtemel wê ji bo herdû aliyan jî giran bin. Lewra em dixwazin hemû pirsgirêkan ne bi şer, lê belê bi diyalogê çareser bikin.

Dewleta Tirk a dagirker gefan li ser herêmên ji DAIŞ´ê rizgarkirî, dixwe. Artêşa wê ya dagirker li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên giran, eskeran bi cih dike û xendekan dikole. Dem dem jî li ser herêman re balafirên keşfê jî digerîne.

Berdevkê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emced Osman têkildarî gefên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji me re axivî.

Osman destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber ku naxwaze tecrûbeya sîstema demokratîk bibe çareseriya pirsgirêkên Sûriyê, bi lez dixwaze êrişan bide destpêkirin û got, “Dewleta Tirk qaşo behsa ewlekariya xwe dike û dibêje, pêwîst e ‘herêmeke ewle’ were avakirin. Qaşo parastina sînorên xwe dike hincet. Lê ev ne rast e, ji ber ku heya niha ti kesî êrişî sînorên Tirkiyeyê nekiriye. Sînorê Tirkiyeyê jixwe parastî ye.”

Li dijî êrişan QSD wê sînor biparêze

Osman anî ziman ku mesafeyeke ku ji 5 km dûrî sînor, derketina çekên giran, hêzên xwecihî parastina sînor bikin hatiye qebûlkirin û got, “Tirkiye şerta 32km dide, ev jî tê wateya ku armanca wan ne herêmeke aram e, armanca wan ew e ku gelê herêmê bin dest bikin û tiştên ku li Efrînê kirin li vê herêmê jî bikin. Yanî dixwazin Kurdan û gelên herêmê li vir tine bikin. Heger Tirk êrişî van herêman bikin wê demê QSD mecbûr e ku xwe ji gelek deverên hesas vekişîne û sînor biparêze. Ev ê bibe sedem ku derfet çêbe rêxistinên terorîst careke din xwe ji nûve ava bikin.”

MSD doza diyalogê dike

Emced Osman diyar kir ku gefên dewleta Tirk ciddî ne û wiha dewam kir: “Heger civaka navneteweyî bi erkên xwe ranebe, Tirkiye wê li derveyî tifaqan û qanûnên navneteweyî tev bigere. Em teqez dikin ku çi êriş hebe wê li beramberî wê berxwedan jî hebe. Em naxwazin bi ti aliyan re şer bikin û gelê me têkeve nava xeterê. Daxwaza me ya sereke ew e ku ev pirsgirêk bi rêya diyalogê bêne çareserkirin. Divê em di vê qonaxê de hişyar bin û nekevin xefkên MÎT`ê.”

Ya Tirkiyeyê neçû serî

Emced Osman têkildarî helwêsta rejîma Sûriyê ya li hemberî gefan jî got, “Her dema ku gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn, ti helwêsta tund ji aliyê rejîma Sûriyê ve nehate dayîn û tenê lê temaşe kirin. Rejîma Sûriyê niha jî bi erkên xwe ranabe û helwêstên tund nîşan nade. Ev jî encama lewazbûna rejîmê ye. Sûriyê ketiye bin îradeya navdewletî. Divê rejîma Sûriyê bi erkên xwe yên exlaqî rabe û axa Sûriyê ji gefan biparêze.”

Berdevkê MSD’ê Emced Osman anî ziman ku Tirkiyeyê xwest lîstokekê bike û bibe hevalbendê hem Rûsya hem jî Emerîkayê. Li ser mijarê ew wiha peyivî: “Tirkiye nebû hevalbendê her du aliyan. Aliyê Tirkiyeyê hîna ne diyar e ka wê li ku derê bisekine. Wekî ku plan dikirin neçû serî û ji bo wê jî niha dixwaze pirsgirêkên hundir û derve bi şerekî veşêre. Derbasbûna Tirkiyeyê ji van herêman wê ne hêsan be. Encamên êrişeke muhtemel wê ji bo herdû aliyan jî giran bin. Lewra em dixwazin hemû pirsgirêkan ne bi şer, lê belê bi diyalogê çareser bikin.”

MÛRADA KENDA / ANHA/QAMIŞLO