3 şervanên QSD‘ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatibûn girtin, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de li Baxozê hatin rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê di rojên xwe yên dawî de li gundê Baxozê yê bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê didome. 3 şervanên QSD‘ê ku di dawiya 2018‘an de ketibûn destê DAIŞ‘ê, ji aliyê hevalên xwe yên şervan ve hatin rizgarkirin. Şervanên hatin rizgarkirin bi kêfxweşiyeke mezin, tilîlî û dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD‘ê, hatin pêşwazîkirin.
QSD‘ê heza rizgariya gelan e
Şervanê QSD‘ê Mihemed Ebdulrehman Selama yê hatî rizgar kirin li ser hovîtiya çeteyên DAÎŞ´ê wiha axivî: “Hevalên min ên Hêzên Sûriya Demokratîk ez rizgar kirim. Ez niha di nav malbatê de me. Ez di wê baweriyê de me ku Hêzên QSD´ê yekanê hêze ku dikare terorê têk bibe û gelan rizgar bike.”
Şervanê QSD‘ê yê ku hatiye rizgarkirin Ehmed Eymen Qiyas jî got:”Çeteyan DAIŞ‘ê li dijî me her cure îşkence pêk dianî, li me didan û em birçî hiştin û gefên serjêkirinê li me dixwarin.”
Şervanê QSD‘ê Mihemed Remedan El-Hemûd jî dibêje:”Bi saya fedakariya hevalên me em ji çeteyan rizgar bûn, çeteyan her cure zilm li ser me dimeşand.”
ANHA/REQA