Yek ji fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Dijwar Xebat derbarê rizgarkirina Bendava Teşrînê de ji dezgehên çapemeniyê re axivî.

Dijwar Xebat diyar kir ku wan Bendava Teşrîn bi temamî ji çeteyan rizgar kiriye û ew derbasî aliyê rojava yê bendavê bûne.


Li gelên Sûriyê pîroz be

Xebat bal kişand ser wê yekê ku çeteyan li her derê mayîn danîbûn û di dema rizgarkirina bendavê de bi dehan tirempêlên bombebarkirî êrîşî hêzên wan kirin, lê hemû êrîş hatine pûçkirin. Xebat got: “Me çete ji bendavê qewitandin. Herêma di navbera bendavê û bajarê Kobanê de di bin kontrola me de ye. Cenazeyên gelek çeteyan jî ketin dest me. Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk em rizgarkirina vê bendanê li tevahiya gelê xwe yê Sûriyeyê pîroz dikin. Pêngava me heta rizgarkirina bajarê Reqayê wê dewam bike.”


80 gund û 60 gundik hatin rizgarkirin

Derbarê hejmara gundên rizgarkirî de Dijwar Xebat ev agahî dan: “Di vê operasyonê de me zêdetirî 80 gundan û 60 gundikan rizgar kirin. Çeteyan li vê deverê gelek derbên mezin xwarin. Me herêma di navbera Bendava Teşrîn û bajarokê Sirînê de ku firehiya wê 30 km ye rizgar kiriye. Bendava Teşrîn xwedî cihekî pirr setratejîk e. Ew aliyê rojhilat û rojavayê herêmê digihîne hev, her wiha jêdereke bingehîn a elektrîkê ye ji bo vê herêmê.”

Dijwar Xebat bang li tevahiya gelê Sûriyeyê kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji herêmên xwe biqewitînin û got: “Me berê jî ev tişt gotiye û em dîsa jî dibêjin. Em li ser soza xwe ne.” 


KOBANÊ




QSD gundewarên Efrînê rizgar dike


Gundên Malîkiya û Şewarka ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin û di encama operasyona hêzên QSD´ê de di encama şerê û pêr û doh danê sibehê de bi temamî hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, şerê di navbera çeteyên El Nûsra, Ehral El Şam ên bi piştgiriya Tirkiyeyê û şervanên QSD’ê de ji pêr êvarî heta doh danê sibehê bi dijwarê dewam kir.

Şervanên QSD’ê piştî gundê Malîkiye, Embara genim a li gundê Şewarka ya 7-8 kîlometreyan li başûrê Ezazê ye û xaçerêya Kelehê ya li nêzî Til Marûfê danê sibehê rizgar kir. Li Şewarka ya ku gelek çete hatin kuştin, 6 cenazeyên çeteyan ketin destên şervanên QSD’ê.


Paqijkirina herêmên rizgarkirî

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest bi paqijkirina gundê Şewarixa û hin nuqteyên derdora wê ji cenaze û bermahiyên çeteyan, kir.

Nûçegihana ANHA’yê Tolîn Hesen a ku çalakiya rizgarkirina QSD’ê ji gundê Şewarixa û Malikiyê yên Efrînê dişopand, ragihand ku hêzên QSD’ê dest bi paqijkirina gundê Şewarixa û nuqteyên derdora wê ji cenazeyên çeteyan û bermahiyên wan, kiriye.

Tolîn Hesen da zanîn ku QSD’ê gelek cenaze, cebilxane û çekên çeteyan bi dest xistiye. Li gorî agahiyên wê komên pispor ên mayînan yên girêdayî QSD’ê dest bi paqijkirina herêmê ji mayînan kiriye.

Di demeke ku çete hêza xwe li herêmê komî ser hev dikin û piştgiriyê ji herêmên din tînin, li herêmê bêdengiyek heye û hêzên QSD’ê bêdengiya çeteyan bi hişyarî dişopînin. 


 EFRÎN