Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniya QSD’ê de ragihad ku bi beşdarbûna hemû hevgirên QSD’ê yekem civîna Meclîsa Leşkerî li bajarê Hesekê hatiye lidarxistin.
Ji hevgirên QSD’ê yên di civîna Meclisa Leşkerî de YPG, YPJ, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Odeya Hêzên Operasyonên Hevpar a Bûrkan El- Firat, Siwar El- Reqa, Şems El- Şemal, Tugaya Selçûkî ya Tirkmenan, Tûgahên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El- Ekrad, Ceyş El- Siwar jî beşdar bûn.
Di civînê de rewşa dawî ya leşkerî û guhertinên navnetewî û herêmî di derbarê aloziya Suriyeyê de hatin gotûbêjkirin û nirxandin. Her wiha wesîqeya siyasî ya QSD’ê û rêziknameya QSD’ê hat tesbîtkirin, û ofîsên taybet yên leşkerî, darayî û ragihandinê hatin aktîfkirin.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo da xuyakirin ku xwestekên tevlîbûna di nava refên QSD’ê, bangên gel ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ji bo azadkirina wan û operesyonên di demê pêş de mijarên sereke yên civînê bûn.
Ji fermanderên QSD’ê Heqî Kobanê jî diyar kir ku deriyê tevlîbûna di nava QSD’ê de li pêşiya hemû welatiyên Sûriyeyê yên bi avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bawer dikin, vekirî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN