QSD û YPG van rojên dawî li herêma Firatê bi operasyonên taybet derbeke giran li şaneyên veşartî yên Tirkiyeyê û DAIŞ’ê dan. Endamên çete yên ku hatine girtin, têkilî planên Tirkiyeyê û DAIŞ‘ê yên li ser herêmê, li xwe mikur hatin.
Dewleta Tirk ku bi çeteyên mîna El Nusra û DAIŞ’ê, li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tişta ku dixwest nekarî bi dest bixe, niha bi rêya şaneyên razayî dixwaze gelên herêmê bîne pêşberî hev.
Bi operasyonên taybet ên van rojên dawî yên QSD û YPG’ê yên li ser herêma Firatê gelek şaneyên razayî yên Tirkiyê û DAIŞ’ê hatin girtin.
Bi dehan endamên çete ku li ser fermana îstîxbarata Tirk û DAIŞ’ê ku li Reqa, Tebqa, Minbicê êrişên mîna teqîn, înfaz, revandin, fîdye û çalakiyên bi armanca ku gelan bînin pêşberî hev kirin yan jî, hazirî dikirin, hatin girtin.
Endamên çete yên ku hatine girtin li ser gelek êrişên li Minbic, Reqa, Tebqa li xwe mikur hatin. Hêzên QSD û YPG’ê ku li gorî mikurhatinên endamên çeteyan çûn, xwe gihandine gelek têkiliyan û gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.
Di nav endamên çeteyan ên girtî de failên êrişa meha bihurî ya li ser Minbicê ya li dijî leşkerên Emerîkî, êrişa bombeyî ya li ser avahiya Dadmendiyê, êrişa ku 5 leşker hatin kuştin, her wiha faîlên êrişa li Reqa ya û qetilkirina Ebû Rade li herêmê hene.
Endamekî çeteyan yê ku bi Tirkiyeyê re têkildar e, di lêpirsînê de li xwe mikur hat ku li Reqa bi kincên QSD’ê mirov revandine û hewl dane ku jehrê bavêjin nav xwarina şervanên QSD’ê yên dema dewreya perwerdehiyê.
Li xwe mikur hatin
Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û Tirkiyê di lêpirsînan de got, ji bo êrişan teqemenî û çekên hewce di ser Cerablûs û Ezazê re peyde dikin.
Hin endamên çeteyan jî di lêpirsînan de got, bi pereyan êrişê tînin, hinan jê jî got, malbatên wan li Tirkiye, Cerablûs, Bab û Ezazê ne, îstîxbarata Tirk gefan li wan dixwe ku wê ‘malbatên wan werin kuştin’ û ji bo vê jî êrişan dikin.
Failên hin êrişên li ser Reqa, Tebqa û Minbicê ji me re derbarê planên gemarî yên Tirkiyeyê û DAIŞ‘ê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê peyivîn.
Ji endamên çeteyan ên ku hatin girtin, Ehmed Cuma El Mehel, Emmar Mihemed El Hadî, Beşşar Ebdulrezak Mehmûd, Mûsa Salih Hisên El Ehmed, Ebdullah Seyîd û Îsa Ebdulfetah Hemûd li xwe mikur hatin. Ajansa Nûçeyan Firat (ANF) wê mikurhatinên van kesan beş bi beş biweşîne.
Li aliyê din, piştî operasyonên QSD-YPG’ê avaniya hicreyan a îstîxbarata Tirk li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, derbeke giran xwar.
ANF / EYN ÎSA