Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya Operasyona ‘Tolhildana Êlîn û Cûdî’ de ku ket roja xwe ya 6’an, mesafeya 75 kîlmetreyan rizgar kir û gihiştin gundê El-Mekmen yê li ser riya di navbera kantona Cizîrê û bajarê Reqayê de. Hate zanîn ku gundê El-Mekmen bergeha dawî ya komên çete yên DAIŞ’ê ya li herêmê ye.

Şervanên QSD’ê di encama şerên dijwar de tevahiya gundê El-Mekmen ji çeteyan rizgar kir. Fermandarên QSD’ê yên serkêşiya operesyonê dikin, teqez kirin ku wan pêşî li hin deverên gund xistin dor li çeteyan girtiye.  Paşê jî ev çete di nava çend saetan de hatine bê tesîrkirin û gund bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî di navbera Kantona Cizîrê û Reqayê de baregehên çeteyan neman. 


Li Qamişlo teqîn

Li taxa Wista ya bajarê Qamişlo doh teqînekê rû da. Di encamê de, 3 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkî di teqîna saet 13.00’an de, li taxa Wista armanc  Xwaringeha Delta bû.  Ji ber bombeya kesên nenas bicihkirî 3 kes bi giranî birîndar bûn. Derbarê mijarê de, çavkaniyekî Asayîşê diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê diyar e  ku bombe li pêşiya xwaringehê hatiye danîn. Lêgerînên derbarê bûyerê de didomin. 


 SERÊKANIYÊ/QAMIŞLO