QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û Berxwedana Rûmetê ya roja 9’an eşkere kir. QSD’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk dewam dikin û hêzên wan bersivên xurt li dijî êrîşan dan.

QSD’ê ragihand di şerê 24 seatan de bi giştî 50 leşker û çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha şervanan 2 tank, BNB’yek, wesayîteke kar û panzerek rûxandin. 7 wesayîtên leşkerî û zirxî jî derb xwarin.

QSDê herweha da zanîn ku 20 şervanên wan jî bi lehengî şer kirine û şehîd bûne, 48 şervan jî birîndar bûne.

QSD’ê diyar kir ku berxwedana wan a li hember êrîşan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dike û gelek derb li artêşa Tirk û çeteyan dane.

   

QAMIŞLO