Çeteyên DAIŞ’ê pêr bi şev êrişî xeta parastinê ya li başûrê bajarê Şedadê kir ku nêzî gundê El-Ezawî ye. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiv da êrişê û şer qewimî. Şerî hetanî doh sibehê dewam kir.
Hêzên QSD´ê êrişa çeteyan pûç kir. Di vî şerî de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, lê hejmara kuştiyên wan nehat zelalkirin.
Dîsa Şêxmeqsûd dan ber topan
Çekdarên Mixalefeta Sûriyeyê careke din taxa Şêxmeqsûd da ber êrişên bi topan.
Nûçegîhanên ANHA’yê ku li bajarê Helebê bûyerên dawî dişopînin, agahî dan û gotin, komên çekdar ên opozîsyona girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê û ENKS’ê careke din dest bi topbarankirina taxa Şêxmeqsûd kirin. Ev kom topên hawan û topên cehenemê davêjin taxê.
Ji ber topbaranê ziyanên madî rû dan. Topbaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî dewam dikir.
HESEKÊ/HELEB