Dewleta Tirk  tevî çeteyên xwe û tevahiya artêşa xwe êrişî Rojavayê Kurdistanê dike, û li hemberî wê artêşa Kurdistanê û Bakurê Sûriyê QSD disekine.

 Êrişên Tirkyeyê ku tevî DAIŞ´ê wan dike, heta niha li Rojavayê Kurdistanê hatin şikandin û dijminê qirker nekarî li Rojava bi pêş ve biçe.

 Di encama êrişan de heta niha gelek sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Heyva Sor a Kurd hin navên şehîdan eşkere kir.

Dewleta Tirk pêr dest bi êrişa qirkirina Kurdan li bakurê Sûriyê kir. Dewleta Tirk bi topxane û balefirên şer êriş bire ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv da êrişan û li her deverê ev êriş pêr û doh şikandin. QSD´ê wekî din da zanîn ku di çarçoveya xweparastinê de li 7 cihan wan li aliyê din ê sînor jî derb li êrişkarên qirker xistiye.

Şervanên QSD’ê li herêma Serêkaniyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ku dixwazin bikevin nava bajar, têk birin. Hêzên Asayîşê jî, li başûrê Serêkaniyê bersiv da êrişa şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê û 4 çete kuştin. Artêşa dewleta dagirker jî li 3 cihên sînorê Serêkaniyê dîwarê ku berê danibû, rakir.

Piştî têkbirina êrîşa dewleta dagirker, balafirên şer, bajarê Serêkaniyê û bajaroka Til Xelef ê li rojavayê Serêkaniyê ku konê mertalên zindî lê ne, bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên hewl didin ji eniya Elok û Til Xelef derbasî Serêkaniyê bibin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk doh gelek caran derdora bajarê Girê Spî bombebaran kirin û kêliya nûçeya me dihat amadekirin jî bombebranê dewam dikir.

QSD li Dêrikê balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker xist.

3 sivîlên din şehîd bûn

Artêşa Tirk a li karwanê sivîlên Reqayê ku berê xwe dan Girê Spî da ku tevlî çalakiyên mertalên zindî bibin, topbaran kir. Di encamê de, 3 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Çeteyên wan ên DAIŞ´ê jî hatin

Li Serêkaniyê DAIŞ jî çû bi hewara dewleta Tirk ve, belê QSD´ê bersiv da, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û 34 ji wan jî hatin girtin.

Di encama şerê li mezra Michê yê rojhilatê Serêkaniyê jî 5 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin û termên wan di destê şervanên QSD`ê de ne.

Navên şehîdan ên eşkere bûyî

Heyva Sor a Kurd hin navên kesên di bombebarana dewleta Tirk de li bajar û bajarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêr ve şehîd bûne, eşkere kir.

Li gorî vê Fadî Seberî Hebsono (32), li Qamişlo, li taxa Bişêriyê

Colyêt Yaqûb Nîkola (30), li Qamişlo, li taxa Bişêriyê

Mihemed Hac Îsmaîl, li gundê Metkalta yê li Girê Spî di erebeya xwe de

Rebîa Îsmaîl, li gundê Metkalta yê li Girê Spî, di heman erebeyê de

Ekrem Yusiv, li Qamişlo, li naverasta bajêr.

 

NAVENDA NÛÇEYAN