Di civîna di navbera nûnerê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê di hevdîtina bi fermandarê QSD´ê Şervan Qamişlo re got, ew dizanin QSD´ê şerê şexsî nekiriye û gel li dijî DAIŞ´ê parastiye, û xwest ragihandina Rojava cih bide karên wan jî.

Li Serêkaniyê hêzên koalisyonê û QSD li ser êrişên dewleta Tirk a rojên dawî peyivîn. Naveroka hevdîtinê êrişên Tirkiye yên li dijî Kobanê û Girê Spî bûn.

Li Serêkaniyê hêzên koalisyonê çûn serdana QSD’ê û bi endamên QSD’ê re li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker pêr hevdîtinek kirin. Li ser pirsa endamên koalisyonê ya “Rewşa sînor çawa ye, çavdêriyên we çi ne?” fermandarê QSD’ê Şervan Qamişlo got, “Dewleta Tirk li ser sînorê Serêkaniyê hinek qampên ji çadiran çêkirine. Berê ji bo koçberan ev hatibûn çêkirin lê niha eskeran li wan çadiran bi cih dikin. Ji eskeran zêdetir jî çeteyên El-Nusra û Ehrar El–Şam xistinê. Em kampên wan dibînin. Em van çeteyan nas dikin. Hinek ji wan ji vê herêmê ne. Qismek jî çeteyên DAIŞ’ê ne. Dîsa konvoyên wan ên bi wesayîtên zirxî tên û diçin. Heman demê de stasyonên şebekeyan danîne. Balafirên keşfe digerin. Ev herêmên ku em qala wan dikin, cihên ku em dibînin ji bajarê Serêkaniyê heta gundê Nestelê ku sînorê me û Girê Spî ye. Ji wir û şûn ve jî hene. Dîsa suîkastan dikin, hem êrişî gel hem jî eskeran dikin. Di vê hefteyê de du caran êriş kirin û di van êrişan de eskerên Erka Xweparastinê birîndar bûn. Meha bihurî, 62 caran sînor ji aliyê Tirkiye yê ve hatiye binpêkirin. Di encama van êrişan de 7 esker, 8 sivîl şehîd bûn û 13 kes jî birîndar bûn.”

Bi çekên NATO´yê êriş dikin

Şervan Qamişlo di hevdîtinê de got, dewleta Tirk bi çekên NATO’yê yên suîkastê êriş dike û wiha axî: “Dema ew êriş dikin, heger kesek birîndar be yan jî şehîd bikeve, em jî bi heman çekan bersivê didin. Lê em van êrişan dirêj nakin. Heger em jî wek wan nêzîk bibin, şerên mezin wê rû bidin.”

Kêfa her kesî bi we hat

Fermandarê QSD´ê Şervan Qamişlo di hevdîtinê de ji endamên koalîsyonê pirsiye bê ka “Koalîsyon li ser van êrişan çi difikire” û endamên koalîsyonê wiha li wan vegerandiye:”Em niha dixwazin bizanin ka çi çêdibe. Hemû mirovahiyê dît ku we çawa şerê DAIŞ’ê kir. Kêfa her kesî bi we hat. Ji bo wê hikûmeta me em şandin vir ku em piştgiriya we bikin. Lê pirsa me ew e ku QSD çiqas dixwaze li herêmê aramî û aştî çêbe?”

Me gelek şehîd dan

Piştî xeberdana endamên koalîsyonê Şervan Qamişlo wiha peyiviye: “Hem QSD, hem jî gelê herêmê naxwaze şer çêbe, kes naxwaze bi Tirkiyê re bikeve şerekî. Lê heger Tirk êrişê me bikin, herkes ji bo parastina xwe û welatê xwe amede ye ku şer bike. Me gelek şehîd dan û gelek serketin bi dest xistin. Tişta herî hêja jî şerê me li dijî zilmê bû. Roja me ya îro, pirsgirêka me ya herî mezin dewleta Tirk û hikûmeta wê ya faşîst e. Dewleta Tirk bêyî ku hincetekê bide nîşan welatê me dagir dike. Ev li gorî qanûnnên navneteweyî jî sûcekî mezin e. Dewleta Tirk li Bab, Celablus, li Efrînê bi hezaran gelê me şehîd kir. Niha jî dixwaze êrişî Minbic û Kobanê bike. Piştî wê jî tevahî Rojava di hedefa wan de ye. Vê tiştê hertim li ser ragihandina xwe dibêjin. Heger Tirk bikevin Rojava, wateya wê ji bo me şerê hebûn û nebûnê ye. Ji bo wê jî li kîjan herêma Rojava heger dewleta Tirk yek bihust axa me derbaz bike, li ku be bila bibe, em ê bi awayekî giştî şer bidin destpêkirin, yan em ê tine bibin yan jî bi ser kevin. Em bêguman şerekî bi vî awayî naxwazin, jixwe, hêzên koalisyonê jî li herêmê amede ne. Dewleta Tirk nûçe û raporên derew çêdike. Em dixwazin hêzên koalisyonê bişopînin û rastiyan derxin.”

Hêzên Ewrûpa û Emerîka piştgiriya we dikin

Herî dawî endamên koalisyonê gotiye ku ew ê piştgiriya QSD’ê bikin û wiha axivîye: “Em dixwazin ji bo aramiyê bigihêjin çareseriyekê. Em ê li vir bin heta DAIŞ tine bibe. Heta hûn karibin bi xwe karê xwe bikin. Em ne ji bo demeke kurt hatine vir. Niha demeke hesas heye, divê her kes bizane ka çi dibe. Ev rewşeke siyasî ye. Ne ku her kes bixwaze bi keyfa xwe bike. Hêzên Ewrûpa û Emerîkayê piştgiriya we dikin. Ji bo vê jî divê hûn jî agahdar bin. QSD ne ku şerê kesî kir, QSD’ê li hemberî DAIŞ’ê gel parast. Em esker in, em ji bo aramiya vir şer dikin. Divê hûn jî tiştên ku çêdibin di ragihandina xwe de derxin pêş. Di heman demê de ji bo me jî bibêjin û bigihînin hemû mirovan. Divê hûn ji herkesi re bibêjin ku QSD aramiya herêmê dixwaze.”

Piştî van nîqaşan civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

   

 ANHA/HESEKÊ