Di operasyonê de devereke hezar û 400 kîlometro kareyî fereh hat rizgarkirin. Di nava vê deverê de bajarokên Hol û Xatuniyê û 196 gund û gundik jî cîh digirin. QSD derbarê operasyona rizgarkirina Holê de li Holê bi xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku QSD di 10’ê Cotmeha 2015’an de bi armanca yekîtiya hêzên demokrat û welatparêz ên ku li Suriyeyê şer dikin, li ser vî esasî bi armanca ku komên terorê ji herêmê bêne avêtin, 30’ê Cotmehê li başûrê Hesekê operasyon hatiye destpêkirin. QSD´ê da zanîn ku operasyona rizgarkirina bajarokê Holê, bi rizgarkirina navenda bajarok re bi dawî bûye, lê operasyon wê li başûrê Hesekê dewam bike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku çeteyan di dema operasyonê de 13 fuzeyên ajodar bikar anîne û 4 êrîşên hawanên jehrî pêk anîne.
33 şervanan jiyana xwe ji dest da
Li gorî daxuyaniyê di operasyonê de hezar û 400 kîlometro kare hat rizgarkirin. Li vê deverê bajarokên Hol û Xatuniyê û 196 gund û gundik jî hene. Di operasyonê de 493 çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin, 112 cenazeyên wan ketine destê QSD´ê. QSD´ê bi dehan maşînên eskerî û bombebarkirî rûxandine, gelek cebilxane jî bi destxistine. Di nava sîleh û cebilxaneya desteserkirî de 9 tirimpêlên bombebarkirî, 22 tirimpêlên leşkerî, panzêrek, 9 doçka jî hene.
Di daxuyaniya QSD´ê de tê raghandin ku di operasyonê de 33 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 53 şervanên wan jî birîndar bûne.
HESEKÊ