Eşkere bû ku çeteyên DAÎŞ‘ê ku ji ber derbên ji QSD’ê hindik maye tine bibin, ji bo komkujiyan li welatên Ewrûpayê bikin zarok perwerde kirine. Tê gotin, plana ji bo komkujiyan bi saya rizgarkirina Reqayê ‘dereng ketiye’.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rêxistina îstîxbarata navxweyî (DGSI), çeteyekî bi navê Jonathan Geffroy ê hîn lêpirsîn li ser didome, diyar kir ku DAÎŞ planan dike ji bo li welatên Ewrûpayê komkujiyan bike.

Jonathan Gefroy par li Sûriyeyê hate girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve radestî Fransayê hate kirin. Li gorî gotinên Geffroy, DAÎŞ’ê zarok û ciwan perwerde dikirin ji bo li welatên Ewrûpayê di êrîşan de bi kar bîne. Geffroy da xuyakirin ku DAÎŞ‘ê zarokên perwerde û bi rêxistin kir, plan dikir ku di ser herêmên hatine dagirkirin re derbasî Ewrûpayê bike.

Planên qirêj kirine

Detayên ku Le Monde li gorî gotinên Jonathan Geffroy eşkere kir, tirsnak in. DAÎŞ‘ê plan dikir ku zarokên Sûriyeyî yên li herêmên dagirkirî bi “Îdeolojiya DAÎŞ’ê mezin bûne“ bişîne welatên Ewrûpayê û êrîşên xwekujiyê bi wan bide kirin. Her wiha ji bo zarok neyên naskirin, ew li herêmên di destê DAÎŞ‘ê de bûn dihatin mezinkirin.

Bi xêra rizgarkirina Reqayê

Hate ragihandin ku DAÎŞ’ê bi rêya zarokên ku ji bo êrîşê perwerde kirin, di serî de Fransa welatên Ewrûpayê dikir hedefa xwe û ev planên komkujiyê jî ji aliyê hin çeteyên ji Fransayê çûn ve hatin amadekirin.

Rojnameya Le Monde ragihand ku çeteyê bi navê Jonathan Geffroy îdîa kiriye ku qonaxa operasyonî ya projeya komkujiyê sala 2017’an dema ew ji Sûriyeyê derket, dest pê kiriye. Rojnameyê destnîşan kir, piştî ku Reqa di Cotmeha 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, projeya barbarî ya DAÎŞ’ê dereng ketiye.

Di nûçeya Le Monde de nayê eşkerekirin bê plana komkujiyê ye çeteyan di kîjan astê de bi cih hatiye anîn.

 

ANF/PARÎS