Îlham Ehmed ji bo salvegera damezirandina QSD´ê got, avakirina QSD’ê ji gelê Sûriyê re gelekî girîng bû û wiha dewam kir: “Dema ku axa Sûriyê rastî parçebûnekê hat, her komek bi dewletekê ve girêdayî bû. Wan koman di nava pêkhateyan de, alozî derdixistin. Di wê rewşê de gelek komên şoreşger ên Sûriyê gihiştin hev û QSD ava kirin. Armanca sereke ya avakirina QSD’ê ew e ku axa Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike.”
Ehmed destnîşan kir ku QSD’ê herêmên Bakurê Sûriyê ji DAIŞ´ê rizgar kirin û niha gelê wan herêman xwe bi rê ve dibin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Serketina QSD’ê ya leşkerî bandor li siyaseta hemû aliyan kir. Êdî her kes qebûl dike ku QSD dikare tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê biparêze.”
ANHA / QAMIŞLO