Merasîma vekirina Quba Siltan Êzîd û Mala Êzîdiyan li di germa Hezîranê de pêk hat. Xebatên avakirinê Cotmehê sala 2012´an dest pê kiribûn. Hêjayî gotinê ye ku Şêwra ruhaniyê û Mala Êzîdiyan li Tiflîsê wê di bin banê yek avahiya navendî de bin.  Paata Kurdîanî ye. Wê mîmariya Mala Êzîdiyan spartiye kevneşopiya êzîdiyan û xetên modernîzmê jî pê re gihandine hev. Quba Siltan Êzîd wê bibe navenda îbabetê ji bo ziyaretvanên êzîdî. Ligel wê, avahiya navendî wê bibe cihê civînan, rê û rismên civakê, navenda perwerdeya Êzîdiyan û pirtûkxane. Eyd û erefat, pîroz kirina cejnên olî, mirîşuştin, xêr û xêrat, lêkolîn, perwerdeya zarokên Êzîdiyan hwd. wê tê de pêk werin. Herçî avakirina Mala Êzdiyan û Quba Siltan Êzîd e bi fînansekirina xêrxwazî Êzîdî yê Gurcistanê Soliko Sîmaêv misoger bû.

Ji bo merasîma Mala Êzîdiyan ji seranserê Qefqesya, Ewrûpa. Awûstralyayê, Kanada, Iraq, Başûr û Bakûrê Kurdistanê, ji gelek bajarên Rûsyê, amade bûn. Serokê Mala Êzîdiyên Gurcistanê Agît Mirzoêv û Mezinê Şêwra Ruhaniya Êzîdiyên Gurcistanê Pîr Dîma xêrhatina mêvana kirin û hazir silav kirin. Piştre endamê desteya wezîran a Gurcistanê û parlemanterên Gurcistanê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de girîngiya hevgirtin, yekîtî û xurtkirina têkiliyên navbera civaka Êzîdiyên cîhanê derket pêş. Her wiha peyama pîrozkirinê ku ji aliyê serokkomarê Gurcistanê hatibû şandin jî hat xwendin. 

Di axaftinên nûnerên civaka Êzîdî de jî hat gotin ku civaka wan beriya 150-170 salan ji Serhedan koçberî Ermenistan û Gurcistanê bûye û avakirina navendeke bi vî rengî xewn û xeyala bav û laên wan bû. Çav li rê ye ku Quba Siltan Êzîd û Mala Êzîdiyan di jiyana civakî û ayînî ya Êzîdiyên Gurcistanê de cihekî girîng bigire. 


 TIFLÎS